Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin 2022-09-12 13:04:05   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’î Îbarahîn Halîl Yildiz ve hatibû kuştin dê bi îdiaya ‘heqaret’ li Yildiz kiriye, bê darizandin.   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 553’yemîn de berdewam dike. Malbat ji serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket û hat “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.    Malbatê li ser barîyerên beton ên li pêşiya edliyeyê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” daliqand. Derbarê gotinên Emîne Şenyaşar ên di çalakiyan de anîne ziman heya niha 15 lêpirsînên cûda hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 5 jê bûn doz û Emîne Şenyaşar ji van dozan tê darizandin. Sibê dê danîşina Emîne Şenyaşar a ku bi hêceta “heqaret” li parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Dadgeha 4’emîn a Asliyeyê ya Rihayê saet di 11.00’an de were dîtin.    DEWSA EDALETÊ 15 LÊPIRSÎN, 5 DOZ   Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe re Nobeta Edaletê didomîne destnîşan kir ku têkoşîna edaletê di bin zilmê de didome û wiha got: “Nobeta Edaletê berdewam dike. Dayik dixwaze kurê wê were berdan. Tenê edaletê dixwaze. Daxwaza edaletê nehat bersivandin dewsa wê derbarê dayikê de 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. 5 ji van bûn doz. Dê sibê danişînek çêbe û di vê danişînê de dayik sucdar û mexdûr jî parlamenterê AKP’î ye. Yê ku dibêje ez mirov im bila ji vê yekê re bêdeng nemîne. Dê sibê saet di 11’00'an de dayik derkeve pêşberî dadger. Em bang li hemû kesên ku naxwazin wek temaşevana bisekinin vedixwînin pêşiya edliyeyê.”