Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin 2022-09-12 13:50:00   ENQERE - Zarokê bi navê Abdulkarîm Xelef di encama êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê de hate qetilkirin. Malbata Xelef da zanîn ku leşkerên artêşa tirk li ser sînorê Kobanê bi çekên giran êrişî karkeran kir.    Hêzên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 16’ê tebaxê de êrişî Kobanê, Til Temir, Tirbespiye, Minbic û Kobanê kirin. Di encama êrişan de zarokên bi navên Abdulkarîm Xelef (14) û Ebid Mihemed Hecî (12) hatin qetilkirin. Malbata Xelef têkildarî êrişê bi North Press Agency (NP) re axivî.    Li gorî nûçeyê, malbata Xelef çû serdana gora zarokê xwe û şîna zarokê xwe digire. Di dema vegerê de jî yek bi yek hemû endamên malbatê li wêneyê Xelef dinihêrin, digirîn û êşeke giran dijîn. Dayik û bavên Xelef jî li ser dilorin.    Dema Xelef li çoltarê başûrê Kobanê pezê xwe diçêrand, di 14 saliya xwe de bi bombebarana artêşa tirk hate qetilkirin. Malbatê wêneyê Xelef bi dîwar ve kiriye û gora wî jî li goristana li çoltarê gundê Sirrînê ye.   25 roj beriya bûyerê, malbata Xelef konên xwe li nêzî gundê Zorova yê li rojavayê Kobanê vedan. Malbata Xelef di her demsalên havînê de ji bo çêrandina pezê xwe ji gundê xwe yê Ebû El Safayehê koçî çoltarê Kobanê dikin. Ber bi zivistanê ve jî dîsa vedigerin gundê xwe.    LEŞKERAN GULE LI ZEVIYAN REŞANDIN   Birayê Xelef ê 16 salî Ehmed Xelef da zanîn ku wî û birayê xwe li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê pezê xwe diçêrand û bûyer wiha vegot: “Di wan kêliyan de dest bi êrişê kirin. Leşkerên tirk ên li qereqoleke nêzî sînor, gule li karkerên çandiniyê reşandin. Min û birayê xwe jî ber bi qada kampê ve baz da. Karker jî di nava tirs û xofê de direviyan. Her ku em nêzî qada kampê bûn, êrişa wan jî girantir bû. Ez û birayê xwe ketin binê kon. Di wê navberê kurxalê min ji bo ku bizane rewşa me çi ye hate cem me. Tam di wê navberê de 3 bombe li pêşiya kon ketin. Şarapnaleke ji van bombeyan li zikê birayê min ket û kuşt. Di carekê de kete erdê. Me hewl da xelas bikin lê dilê wî sekinî bû. Ez jî sivik birîndar bûbûm. Kurxalê min Abdî Derwêş jî bi giranî birîndar bû. Me bi alîkariya cîranên xwe, Derwêş û cenazeyê birayê min birin Nexweşxaneya Emel a Kobanê.”    TIŞTÊN DI DEMA ÊRIŞÊ DE PÊK HATIN   Têkildarî êrişê jî Ehme Xelef ev agahî parve kirin: “Di wê êrişê de birayê min hat qetilkirin. Yek jê pitik û yek jî jin, bi giştî 4 kes jî birîndar bûn. Her wiha 30 mîhên me hatin kuştin. Traktora me hate teqandin. Di heman demê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Kurxalê min niha tê dermankirin lê lingekî wî jê bû.”    JI BO HEMÛ SÛRIYEYÊ KARESAT E   Bavê Xelef ê 42 salî, Muhammed Xelef jî bûyer wiha vegot: “Ev karesateke mezin bû ku bandor li hemû sûriyeyiyan kir. Dema êriş dest pê kirî, ez li kurê xwe geriyam. Êrişeke giran li ser Kobanê hebû û min jê re got ku ber bi gund ve bireve. Lê xet hatin birîn. Kurê min kesekî rûken û biaqil bû. Ez êdî nikarim li vê devera kurê min lê hatiye kuştin bimînim.”