Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome 2022-09-12 16:16:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera Darbeya 12’ê Îlona 1980’an, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku darbe ji bo kurdan tê wateya şer û ev jî bi destê AKP’ê tê domandin. Di daxuyaniya li pêşiya Girtîgeha Amedê de beşdaran bal kişand ser qetilkirina girtiyan û wiha hat gotin: “Heta ku zilm hebe dê bexwedan jî bidome.”    Di dîroka Tirkiyeyê de Darbeya 12’ê Îlona 1980’an a Kenan Evren weke pêvajoya herî tarî tê pênasekirin. Bi boneya salvegera darbeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û darbe hat protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Amedê bi pêşengtiya Komeleya 78’an li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku weke Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê tê naskirin, daxuyanî hat dayîn. Girtîgeha navborî, bi berxwedana dîrokî ya li dijî sepanên îşkenceyên dermirovî navê xwe li dîrokê nivîsand. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun û Îmam Taşçier, nûnerên partiyên siyasî, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di 42’yemîn salvegera Darbeya 12’ê Îlonê de em hemû darbeyên sivîl û leşkerî şermezar dikin” hatibû vekirin. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla endamê Komeleya 78’an Kemal Baran û ya bi tirkî ji hêla Berdevkê Komeleyê Huseyîn Bariş ve hate xwendin.    CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN   Kemal Baran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Tirkiye hêj niha jî bi zîhniyeta yekperest û makeqanûna darbeyê tê birêvebirin û wiha domand: “Li gel ku ewqas dem derbas bû, hiqûq û sepanên 12’ê Îlonê hêj berdewam in. Hem bi hiqûqa navxweyî û hem jî bi ya navneteweyî nakin û têxin bin lingê xwe. Hêj niha jî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Îşkence didome, înfaza girtiyan tê şewitandin, tecrîd û teslimbûn lê tê ferzkirin. Divê darbekar û îşkencekar bên darizandin.”    BERXWEDAN ÎRO JÎ DIDOME   Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier jî diyar kir ku pirsgirêkên di dema darbeya 42 sal berê û yên roja me dişibin hev û ev tişt anî ziman: “Heta ku pirsgirêka kurd hebe dê ev darbeye bidomin. Li vê girtîgehê Esat Oktay îşkence li girtiyan dikir. Ev îşkence û êriş niha jî didomin. Wê rojê jî û îro jî berxwedana li girtîgehan, berxwedana hemû kurdan e. Heta ku zilm û zorî hebe dê berxwedan jî her bidome. AKP bi avakirina girtîgehan pesnê xwe dide. Lê zindanan ser bi kurdan nedan tewandin. Serê wan her tim bilind bû û dê her bilind be.”    Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn ber dîwarê girtîgehê û çalakî bi dawî bû.    STENBOL   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî bi heman boneyê li pêşiya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) ku darbe li wê derê hatibû ragihandin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlon di sala 42’yan de ye: Ne darbe û ne jî dîktator. Demildest demokrasî û mafên mirovan” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî, diyar kir ku zîhniyeta 12’ê Îlonê hêj niha jî didome û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP’ê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin paşguh kir û hesaba wê nepirsî. Desthilatdarî ne tenê bi vê sînor ma, her wiha piştî ‘Hewldana Darbeyê ya 15’ê Tîrmehê’ bi dirêjiya 2 salan OHAL îlan kir û bi qanûnên re 12’ê Îlonê hêj bêhtir pêş xist.”   Di berdewamê de Yolerî diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina darbeyan tiştên divê bên kirin zelal in û wiha domand: “Divê saziyên darbeyê bên girtin, hemû qanûnên rê li ber binpêkirina mafan vedikin tevî encamên wan ji holê bên rakirin, cezakirina darbekar û kesên bi wan re tevgeriyan, pêkanîna edaletê, rakirina zextê, çêkirina makeqanûneke demokratîk û azad e.”    ‘EM Ê HESABÊ JI DARBEKARAN BIPIRSIN’   Her wiha endamên Hewldana 78’an jî li Kazanci Yokuşu ya li Taksîmê hatin ba hev û çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Di çalakiyê de Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo demokrasiyeke gelparêz em hesabê ji darbeyan dipirsin” hatibû vekirin. Ji Hewldana 78’an Osman Zorba di çalakiyê de axivî û da zanîn ku darbe, tên wateya şerê li dijî kurdan û dê gelê kurd heta dawiyê li ber xwe bide.    ENQERE    Li Enqereyê jî Federasyona 78’an bi heman boneyê çelenga reş a bi nivîsa “Di sala 42’yan a darbeyê de 12’ê Îlon hêj didome. Em emperyalîzma DYA’yê ku digot ‘zarokên me bi ser ketin’ şermezar dikin” danî pêşiya Seferatxaneya DYA’yê û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona 78’an Cumhur Yavuz da zanîn ku generalên 12’ê Îlonê bêyî ku hesabê bidin mirine û wiha got: “Dozên wan yek bi yek dikevin. Dozên îşkenceyê hatin girtin. Daxwazên me hatin redkirin. Îşkencekar li qedemeyên bilind ên dewletê weke rêveber hatin tayînkirin. Li Tirkiyeyê her darbe weke ‘lûtfa xwedê’ tê dîtin û her desthilatdarî jê sûd digire. Darbeya faşîst a 12’ê Îlonê îro bi destê AKP’ê tê domandin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku soza me bo şoreşgeran heye û heta ku em hesabê dipirsin jî dê têkoşîna me bidome.”    ‘ZÎHNIYETA 12’Ê ÎLONÊ DIDOME’   Hewldana 78’an, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Hewldana Azadiya ji bo Raman a Enqereyê û Navenda Çandê ya Mûstafa Suphî jî bi heman mebestê li Mulkiyelîler Bîrligiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rejîma darbeyê ya 42 salan hêj berdewam e” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Hewldana 78’an Metîn Uzunuz axivî û destnîşan kir ku ev 42 sal in siyasetmedarên tirk civakê bi zîhniyeta darbeya yekpereste birêve dibin.    HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûn a Hatayê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn destnîşan kir ku şopên Darbeya 12’ê Îlonê hêj berdewam in û civakê jibîr nekirine. Şahîn, daxuyand ku demokrasî çareseriya hemû pirsgirêkan e.    ÎZMÎR   Hewldana 78’an a Egeyê jî li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rejîma Darbeya 12’ê Îlonê roj bi roj mezintir dibe û didome” hate vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Roj dê were hesab dê bê pirsîn”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Hewldana 78’an, Endama Lijneya Rêveber Emîne Sozudogru axivî û ev tişt anî ziman: “Darbekaran, di salên 1970’an de derdorên çepgir û Kurdistanî weke ‘dijminê navxweyî’ pênase kir û dest bi êrişên xwe kirin. Bi vê yekê re qad li ber zîhniyeta nîjadperest, şoven û olperest vekirin.”