Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2022-09-12 23:27:00     EDENE - Li Ceyhanê mêrê bi navê R.S., bi îşkenceyê Ezgî Delerê qetil kir.   Li taxa Mûradiye ya navçeya Ceyhan a Edeneyê, R. S., îşkence li Ezgî Delerê (25) kir ku bi mahra dînî pê re zewicandîbû. Delerê ku ji aliyê cîranên xwe ve bi awayekî birîndar hat dîtin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê hat kirin. Delerê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Delerê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Hat zanîn ku zarokek Delerê heye.