Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin 2022-09-13 09:00:23   ÎZMÎR - Di ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn. Keça wî Rahşan Anter diyar kir ku divê ev doz nekeve ber demboriyê û wiha got: "Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin."   Di ser qetilkirina Apê Mûsa (Mûsa Anter) re 30 sal derbas bûn ku di 20'ê Îlona 1992'yan de gava ji bo tevlî Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê, li semta Seyrantepeyê ji aliyê tetikkêşên JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin. Çendî 30 sal di ser kuştina Anter re derbas bûne jî, heya niha derbarê kiryarên wî de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Doza hat vekirin û paşê bi dosyeya JÎTEM'ê ve hat girêdan jî ger biryarek jê dernekeve dê têkeve ber demboriyê.  TETIKKÊŞÊ JÎTEMÊ NAV GOTIBÛN   Apê Mûsa, di 20'ê Îlona 1992'yan de li semta Seyrantepeyê ji aliyê elemanên JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin. Tetikkêşê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan, di sala 2004'an de behsa plansaziya cinayetê kiribû. Aygan gotibû ku avakarê JÎTEM'ê fermandar Ahmet Cem Ersever, Mahmût Yildirimê bi bernavê Yeşîl, elemanên JÎTEM'ê Mûstafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansyo, îtirafkar Cemîl Işik (Hogir) û Hamît Yildirim ev cinayet kirine.    TIRKIYE HATIBÛ MEHKÛMKIRIN   Piştî ku di lêpirsînê de ya derbarê cinayetê de encamek bi dest neketibû, di sala 2000'î de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû xistin. DMME'yê di 19'ê kanûna 2006'an de bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê û nelêpirsîneke çalak a derbarê cinayetê de" Tirkiyeyê mehkûm kiribû.    DOZ HAT VEKIRIN   Dosyeya lêpirsînê ya piştî mikurhatina îtirafkarê JÎTEM'ê Aygan cardin wekî berê mabû. Lê piştî ku di 29'ê hezîrana 2012'an de tetikkêş Hamît Yildirim li Şirnexê hatibû zevtkirin, doz ji demboriyê xelas bûbû. Di 25'ê hezîrana 2013'an de derbarê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirimê bi bernavê Yeşîl, Abdulkadîr Aygan û albayê teqawidbûyî Savaş Gevrekçî de bi sûcê "kuştina bi qesdî û teşwqîkirina gel a ji bo serîhildana çekdarî" îdianame hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê îdianame qbeûl kiribû. Lê belê ji xeynî Hamît Yildirim ên din nehatibûn girtin. Hamît Yildirim jî di hezîrana 2017'an de bi hinceta "dema wî ya girtinê temam bûye" hatibû berdan.    WÊ Û DOSYEYA JÎTEMÊ KIRIN YEK   Doza Mûsa Anter, di 23'yê kanûna 2014'an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê ve hatibû girêdan û di çileya 2015'an de bi hinceta "ewlehiyê" dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê şandibûn Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê re.    Danişîna van her du dozan berî têkevin ber demboriyê bi 5 rojan dê di 15'ê îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran 6'an a Enqereyê bê lidarxistin.    HER ROJ ŞITILINE NÛ ŞÎN DIBIN   Rahşan Anter, keça Apê Mûsa, ya li Îzmîrê dijî, diyar kir ku ew bi xwedîderketina li pênûsa Apê Mûsa serbilind in û wiha got: “Pênûsên pir xurt hene ku li ser rêça bavê min dimeşin. Ez agir, hezkirin û welatparêziyê di dilê rojnamevanên ciwan de dibînim. Bavo nizam tu van zarokan dibihîsî? Lê mêze, ew çinara te li dû xwe hişt her roj şitlên nû diçîne, şîn dibe."   ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN'   Anterê anî ziman ku bi dehan rojnamevan li ser şopa bavê wê dimeşin û wiha got: "Mirin û girtin jî tê de be, meşa xwe didomînin. Rojnamevanên li ser rêça bavê min digirin, davêjin girtîgehan. Ez her roj êşa wan dikişînim. Ez xwe rehet his nakim, wekî di girtîgehê de bim. Her tim hewl didin ku me ji hev belav bikin. Her ku ew me belav dikin em jî zêde dibin. Bavê min digot, 'Her ku ew hewl bidin me bikujin, divê em hişê xwe bidin serê xwe. Divê em bibin yek û rêzê li hev bigirin û xwedî li gelê xwe derkevin.'"   ÊN RASTIYÊ DINIVÎSIN TÊN GIRTIN   Anterê bal kişand ser 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin girtin jî û bilêv kir ku zext û zordariya li ser rojnamevanên li welêt qet naqediyaye û wiha got: "Bi taybetî zexteke mezin li rojnamevanên kurd heye. Ji ber ku rastiyê dinivîsin. Em zextên li herêmê tên kirin ji rojnamevanên kurd re hîn dibin. Lewma dixwazin wan bêdeng bikin. Rojnamevanên rastiyê dinivîsin berdin."   'DEMBORÎ DÊ SER RASTIYAN BIGIRE'   Anterê bal kişand ser danişîna doza bavê xwe ku dê di 15'ê Îlonê de li Enqereyê bê lidarxistin û anî ziman ku di 20'ê Îlonê de jî metirsiya ku doz têkeve ber demboriyê heye. Anter wiha got: “Ev doz dozeke neqediyayî ye. Ji ber vê yekê, divê ew bi dawî nebe. Ev ew doz e, dê hemû îltiba ku ji salên 90'î vir ve biteqîne. Ger têkeve ber demboriyê dê hin tişt dîsa di dîrokê de veşartî bimînin. Ji ber vê ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê dozê derkevin."   MA / Delal Akyuz