Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin 2022-09-13 09:41:27   AMED - Rojnamevan Îsmaîl Çoban ê di qawişa xwe de ji ber rojnameya “Ozgurlukçu Demokrasî” dan peydakirin 2 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn, di doza ku cezayê wî hatibû taloqkirin de wê ji nû ve bê darizandin.    Midurê Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Berê Îsmaîl Çoban ku niha ji dozeke din li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Tarsûsê tê ragirtin ji ber rojnameya “rojnameya qedexe” dabû peydakirin cezayê hefsê lê hatibû birîn, di doza ku cezayê wî hatibû taloqkirin de wê ji nû ve bê darizandin.   Midurê Berpirsyarê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat ku hatibû girtin Îsmaîl Çoban ê ji ber Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ewilî ketina wê ya girtîgehê serbest bû û pişt re hate qedexekirin, li cem xwe dabû peydakirin 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.    ‘ROJNAME MIN NEXISTIN HUNDIR’    Çoban, di meha Adarê de li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Tarsûsê hatibû darizandin û parastina xwe wiha kiribû: “Ev rojname beriya niha ez aboneyê wê bûm û dihate girtîgehê. Pişt re ev rojname hatiye qedexekirin lê min ev nedizanî. Dema ez li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Tarsûsê dimam min girti bûn. Hêj jî di vê girtîgehê de me. Ez beriya niha di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de xebitî bûm. Heke ev rojname di sala 2018’an de hatibe qedexekirin divê çawa ketiye hundir ew bê lêkolînkirin. Min ev rojname nexistin hundir.”   Dadgehê, bi hinceta “tiştên qedexe xistine girtîgehê” 2 sal cezayê hefsê li Çoban birî. Cezayê ku li Çoban hate birîn, hate pejirandin.    DI DOZA CEZAYÊ WÊ HATIYE TALOQKIRIN DE WÊ JI NÛ VE BÊ DARIZANDIN   Piştî ku biryar hate pejirandin îxbat li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” salek û 8 meh û 25 roj cezayê hefsê li Çoban birîbû û ceza taloqkiribû hatibû kirin. Dadgehê bi bîr xist ku Çoban di navbera 4’ê îlon û 1’ê cotmeha 2014’an de li rojnameya Azadiya Welat ji ber “propagandaya rêxistinê” hatiye darizandin û ji vir salek 8 meh û 25 roj cezayê hefsê lê hatiye birîn û diyar kir ku ev ceza hatiye taloqkirin. Dadgehê ji ber bi hinceta “tiştên qedexe xistine girtîgehê” li Çoban 2 sal cezayê hefsê hatiye birîn, îxbar kir ku divê Çoban ji doza ku cezayê wî hatiye taloqkirin ji nû ve bê darizandin.    5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku bi qebûlkirina îxbarê dosya lêkolîn kir, biryara “taloqkirina ceza” ku Çoban ji ber propagandaya rêxistinê ceza jê girtibû rakir û biryar da ku Çoban ji nû ve bê darizandin.    Dadgehê, ji bo danişîna ewil ku Çoban ji nû ve bê darizandin roja 29’ê mijdarê diyar kir.