30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn 2022-09-13 10:31:32 AMED - Girtî Dervîş Kilinç ê 30 sal in girtî ye divê di tebaxa îsal de bihata berdan lê bi hêceta “Ji bo bi civakê re bibe yek neamade ye” berdana wî 3 meh hat taloqkirin.    Li girtîgehan tevî ku ceza ango dema infaza girtiyan temam dibin jî lê bi hêceta “ne di halê baş de ne” nayên berdan û tên astengkirin. Vê biryara berdana girtiyan Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê dide. Niha jî ev Deste hêceta girtiyê ‘mînak” jî li hêcetên xwe zêde kir. Dervîş Kilinç ê di 8’ê mijdara 1992’yan de bi îdiaya “Yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Di nava mehekê de Dervîş Kilinç hem ‘girtiyê mînak” hat bijartin hem jî berdana wî hat talqokirin.    Divê Kilinç di 5’ê tebaxa 2022’yan de bihata berdan lê Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgehê bi hêceta ku Kilinç “Ji bo bi civakê re bibe yek neamade ye” 3 meh berdana wî hat taloqkirin. Tevî ku Kilinç wek “girtiyê mînak” hat nîşandan jî nehat berdan.    Parêzerê Kilinç, Serdar Çelebî ji bo berdana bi şer serî li Desteya Îdare û Çavdêriyê dabû lê ev serlêdan hat redkirin. Çelebî li ser vê yekê ji bo miwekîlê wî bê berdan serî li Dadgeha Înfazê ya Amedê da.