Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû 2022-09-13 10:53:32   STENBOL - Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Mehmet Hanefî Bîlgîn ê 30 sal bûn di girtîgehê de bû, daxwazên parêzer bicih nehatin û biryara dozvenekirinê hat dayîn.    Mehmet Hanefî Bîlgîn 30 sal bûn girtîbû. Ji berdana wî re 5 meh mabû û li girtîgehê hat qetilkirin. Ew li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê dihat ragirtin û di 30’yê çile de nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aband Baysal û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Bîlgîn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn bi biryara dozvenekirinê bi encam bû. Parêzerê malbata Bîlgîn, Emrah Baran ê Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê mirina miwekîlê xwe wek “mirina bi guman” girt dest û xwest lêpirsîn bê berfirehkirin.    Baran di daxwazên xwe lêpirsîna berfirehkirî de xwestibû ku lêpirsîn di çarçoveya binpêkirinên li girtîgehê de diqewimin ji girtîgehê bê pirsîn. Baran dibêje ku girtiyên li cem Bîlgîn girtîbûne serî li Komeleya Mafê Mirovan didin û behsa binpêkirinên pê re rûbirû mane dikin lê belê girtîgehê tevdîrên pêwîst negirtiye.    Baran di gelek mijarên binpêkirinan de gelek daxwazan kir ku lêpirsîn bê berfirehkirin lê daxwazên Baran bicih nehatin û dadgehê rapora Saziya Tiba Edlî ku gotibû, ‘mirina teqez nîne’ kir hêcet û di 8’ê îlonê de lêpirsînê bi dozvenekirinê bi encam kir.    MA / Mehmet Aslan