Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin 2022-09-13 11:20:42   AYDIN - Malbateke kurd ji bo xaniyê ji xwe re stendiye bibîne çû Gundê Arpadereya navçeya Încîrlîovayê û rastî êrişa nijadperest a gundiyan hat. Malbata ku ji bo alîkariyê cendirmeyan geriyane ev bersiv girtine: “Herin ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê bistînin pişt re wan gilî bikin.”   Malbateke kurd ku li navçeya Efeler a Aydinê dijiya ji gundê Arpadere yê navçeya Încirlîovaya Aydinê ji xwe re xaniyek stend. Cengîz Turkan ji bo ku xaniyê ji xwe re stendiye bibîne çû gundê Arpadere û gundiyan gef lê xwariye û ji wan re gotin ku ji ber kurdbûna xwe ew nikarin li gund bijîn. Piştî gefê, malbat bi erebeyê ji gund derketin. Erebeya malbata kurd ji aliyê traktor û kamyonê ve hate birîn û malbat bi daran, hesin û çekan rastî êrişa nijadperestan hat. Di êrişê de 4 kes bi giranî hatin derbkirin. Ji malbata ku rastî êrişê hatiye Semra Turkan ji ser Bernameya Piştgiriya Jinan (KADES) ji polîs û cendirmeyan alîkarî xwest lê tu tîmên alikariyê nehatin cihê êrişê.    Malbata ku rastî êrişê hat tiştên ku jiyane ji ajansa me re vegotin.   JI KURDAN RE XANÎ TUNE   Emrah Çakmaz ê ku ji serê xwe û gelek cihên xwe birîndar bûye, tiştên ku jiyane wiha vegotin: “Berî niha li Îzmîrê rûdiniştim. Ev 2 sal e li navçeya Efelerê dijîm. Di înşeatan de dixebitim. Zavayê me Cengîz Turkan ji gundê Arpadereya navçeya Încîrlîovayê xaniyek stend. Me xanî ji polîsek teqawîtbûyî stend û bi polîs re em çûn ku xanî bibînin. Dema ku gundî em dîtin birayê min gazî kirin û li qehweya gund jê re gotin ku ‘hûn çima hatin vir’. Ji bo ku malê bibînin em jî çûn ber xanî. Xanî 2 qatî bû û tapûya wê jî ya mûşterek bû. Me qata yekem stend. Birayê xwediyê li qata jor dijiya li qata yekem di kirê de rûdinişt. Birayê xwediyê malê ji polîsê teqawîtbûyî re got, ‘Te çima ev xanî firot, tu xanî bifiroşî vana ev nikarin bikevin nava gund’. Polîs jî ji wan re wiha got, ‘Kacar derî vekin bila xwediyê nû xanî bibîne.’ Dema polîs wisa got xwediyê xaniyê yê din bi destê xwe îşareta çekê kir û da ber eniya polîs.”   RÊ BIRÎN DERB KIRIN   Çakmaz desnîşan kir ku piştî ji malê derketin çûn qehweya gund û li wir jî rastî gefa gundiyan hatin. Çakmaz anî ziman ku dema ew ber bi nevçeya Efeler ve ketin rê pêşiya wan ji aliyê gundiyan ve hatiye birîn û got: “Bi daran û hesinan hatin. Hê ku tiştek negotin yekî bi hesin li destê min, yekî din bi daran li serê min xist. Dema ku min serê xwe rakir min dît ku li birayê min dixin. Pişt re traktorek din ji pişt me ve hat û tê de jin û mêr hebûn. Jinekê êrişî min kir, îşlîgê min qetand û got, ‘Van neşînin cihekê, bila li vir bin, gundî di rê de û tên.’ Min got ku ‘Xwîn ji min diçe, ez ê bimrim.’ Gundî ev yek piştguh kirin. Yekê kevirek avête min, kevir li stuyê min ket.”   ÇEK HAT BIKARANÎN   Çakmaz destnîşan kir ku ew li zavayê xwe Cengîz Turkan geriyaye û jê alîkarî xwestiyê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Cengîz ji bo ku min bigehîne nexweşxaneyê ez revandim. Dema ku em bi erebeyê diçûn nexweşxaneyê min dît ku gelek gundî bi erebeyên xwe dihatin. Di wê kêliyê de ez li cendirmeyan geriyam û min alîkarî xwest. Cendirme ji min re got ‘Here nexweşxaneyê rapora derpkirinê bistîne pişt re jî hemûyan gilî bike û telefon li ser min girt. Dema ku em gihaştin nexweşxaneyê bavê min li min geriya û min jê re wiha got: ‘Rewşa me hemûyan nebaş e. Rewşa birayê min Hasan nebaş e, serê wî şikandin. Gule berdan piyê dayika min. Ji bo ku xwe xelas bikim ez ber bi daristanê ve reviyam. Dibe ku dayik û birayê min miribin jî.’ Dema ku malbata min li cihê bûyerê ji ser hişê xwe ve diçin gundî dibêjin qey mirine û ji wir direvin diçin.”