Rojnameger Sînan Aygul hat girtin 2022-09-13 11:30:07   BEDLÎS - Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber cezayê derbare wî de hat erêkirin, hat girtin.    Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ji bo tev li danişînek dozek derbarê wî de hatibû vekirin bibe, vê sibehê çû Edliyeya Bedlîsê. Aygul li edliyê hat binçavkirin. Aygul bi hêceta derbarê wî de biryara girtinê heye, hat binçavkirin û piştî karûbarên li edliyeyê hat girtin. Hat zanîn ku Aygul ji ber di sala 2014’an de nûçeya têkildarî Projeya Enerejiya Jeotermal a 450 milyon dolar derheqê Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê yê wê demê Vahît Kîler de çêkiribû û di nûçeyê de jê re gotibû, “Siyasetmedarê fêlbaz” ceza lê hatibû birîn. Cezayê rojnameger Aygul hat erêkirin û ji ber vê hat girtin.    JI BO TEŞHÎRKIRINÊ PERE RANEZANDIYE    Piştî biryara girtinê, parêzerê Aygul, Burhan Aksoy daxuyanî da û diyar kir ku cezayê hatiye birîn li dijî azadiya çapemenî û derbirînê ye û got: “Miwekîlê min cezayê pereyê edlî ranezand û vî cezayî qebûl nekir. Vê biryarê jî ji bo teşhîrkirinê girtibû. 1500 lîre cezayê pere tekabûlî 75 roj cezayê hefsê dike. Heke ev ceza bêr razandin, dê karûbarên tehliyeyê pêk were. Dema razandina pere û dê çiqas ceza bidome ev li ser biryara miwekîlê min maye.”