Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin 2022-09-13 12:30:33   RIHA - Emîne Şenyaşar bi îdiaya ku heqaret li Îbrahîm Yildiz ê AKP’î kiriye îro tê darizandin. Dehan kes ji bo piştgirî bidin, bi Emîne Şenyaşar re li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin.    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 554’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibê ji mala xwe ya Pirsûsê ketin rê û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbat li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.    DOZ LI EMÎNE ŞENYAŞAR VEKIRIN   Emîne Şenyaşar ji ber gotinên xwe yên di çalakiya roja 157’emîn de derbarê Îbrahîm Yildiz ê AKP’î de anîbû ziman dê îro derdikeve pêşberî dadger. Danişîna doza yekem a bi îdiaya “heqeret û buxtanê” li Yildiz kiriye dê îro li Dadgeha 4’emîn a Asliyeya Rihayê bê dîtin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê û girseyeke ji pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê pêk tê beriya danişînê tev li çalakiya nobetê bûn. Di çalakiya nobetê de pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” li ser betonên li pêşiya edliyeyê hate daliqandin.