Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin 2022-09-13 12:53:42   AMED - Malbatên girtiyên nexweş carek din bang li dewletê kirin û gotin “Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin. Êdî edaletê pêk bînin.”   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin di roja 301'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê nobeda xwe ya edaletê domandin. Malbatan di nobetê de ji bo zarokên xwe dîsa bang li Wezareta Dadê kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.    'AN ZAROKÊN ME TEDAWÎ BIKIN AN BERDIN EM TEDAWÎ BIKIN'   Dayika girtiye nexweş Civan Boltan, Nazime Boltan a di nobeta de axivî, diyar kir ku nobeda wan ketiye di meha 11’yan de. Boltan anî ziman ku heta niha tu daxwazên wan ne bi cih nehatine û tên paşguhkirin. Boltan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em tiştekî zêde ji we naxwazin. An zarokên me yên nexweş tedawî bikin an jî berdin em ê tedavî bikin. Em dîsa bang li Serokkomar û Wezîrê Edaletê dikin ku bila edaletê pêk bînin. Nexweşên me bila bînin cîhên nêz. Ji ber ku ez nikarim herim ba zarokê xwe yê nexweş ev 5 sal in min zarokê xwe ne dîtiye. Eger piçek wijdana we hebe hûn dê edaletê pêk bînin. Ez zarokê xwe ne bînim jî ez ê hetanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê tekoşîna xwe bidomînim. Êdî girtiyên nexweş yên ber mirinê berdin”   Çalakî bi berzkirina diruşmeyén “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawi bû.