Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin 2022-09-13 15:33:32   STENBOL - Danişîna doza endamên DÎAY-DER’ê ku ji ber nimêja înê ya sivîl dihatin darizandin, ji ber şahidê nepen nehat, hate taloqkirin.     Danişîna doza endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) ku li Stenbolê xebat dimeşandin û hate girtin ên ku ji ber nimêja înê ya sivîl û xebatên komleyê dihatin darizandin hate dîtin. Danişîna doza ku 11 kes jê dihat darizandin li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişînê de parêzerên endamên komeleyê Vedat Ece, Abdulvahap Taş, Abdulhakîm Kaya û Bertan Oztunç amade bûn.    Parêzer û dozger xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgeha ku biryara xwe da diyar kir ku şahidê nepen yê beriya niha gotibû divê bê guhdarkirin, dîsa biryara guhdarkirina wî da. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derve ya endamên komeleyê Mehmet Siddik Gulmez û Abdullah Taş bê rakirin û danişîn taloqî 13’ê kanûnê kir.