Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin 2022-09-13 19:08:00   XARPÊT - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku bi gel re hat cem hev diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqek ji hilbijartinan jî wêdetir e û got: "Gel yan wê bi Tirkiyeyeke tarî yan jî Tirkiyeyeke demokratîk şiyar bibe."   Şandeya HDP'ê ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamenter Necdet Îpekyuz û Ayşe Surucu jî di nav de, li Xarpêtê bi gel re rûnişt. Şandeyê li taxên navendî Fevzî Çakmak û Hicretê civîna gel pêk anî. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ewil li Taxa Fevzî Çakmakê li qehwexaneyekê axivî.   Gunay anî ziman ku ew duh li Meletiyê bûn û îro li Xarpêtê ne û sibe jî dê li Dêrsimê bin. Gunay bilêv kir ku di van serdanan de dîtine ku pirsgirêkên gel heman prigsirêk in û wiha got: “Pirsgirêkên me hemûyan heman pirsgirêk in. Em hemû bandorên krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ê desthilatê rû daye dibînin. Em hemû rengvedana siyaseta berberîbûnê û marjînalkirinê ya desthilatê dibînin. Di encama polîtîkayên şer de sermayeya vî welatî tê pêşkeşkirin. Hemû nirxên aborî yên vî welatî pêşkêşî 5 çeteyên derdora xwe dikin û bi xwe jî rantê belav dikin. Nizanin bê derdê kesên teqawidbûyî û karkeran çi ne. Lê em ê bi têkoşîna hevpar demokrasiyê mezin bikin. Ger em bi hev re netêkoşin dê yek bi yek bipelçiqînin. Ji ber vê yekê divê em destûrê nedin ku ev tişt çêbibe."   ‘TIFAQ DESTHILATÊ DITRISÎNE'   Gunay anî ziman ku HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e û ezberan dişikîne û wiha got: “HDP partiyeke ku her kes bi bawerî, çand û nasnameya xwe li kêleka hev disekine. HDP her tim li qadan û kolanan e. Gelê me li ku be em jî li wir in. HDP, partiyeke ku hêza xwe ji kedkar, dikandar û gundiyan digire. Em niha li Tirkiyeyê ber bi 'hilbijartina çarenûsê' ve diçin. Di encama vê hilbijartinê de gel yan wê bi Tirkiyeyeke tarî yan jî Tirkiyeyeke ronî ya demokratîk şiyar bibe. Em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê daxilî hilbijartinê bibin. Çareseriya rasteqîn, têkoşîna ji bo demokrasiyê ye. Lewma ev tifaqeke ku ji hilbijartinan jî wêdetir e. Tifaqa HDP'ê ya ku ezberan xera dike, desthilatê û alîgirên wê ditirsîne."   ‘EM Ê WAN BI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ BIŞÎNIN'   Gunay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilata heyî bi polîtîkayên talankirinê çerxa kedxwariyê çêkiriye û wiha got: "Çareserî em in, em ê bi bilindkirin ruhê têkoşîn û hevgirtinê wan bi sindoqan bişînin. Em ê bi hev re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin."   Di civînê de welatiyan jî fikirên xwe anîn zimên û li dijî xizanî û talanê bal kişandin ser girîngiya têkoşînê. Şande paşê çû li Taxa Hîcretê bi gel re civiya. Civîn li qexwexaneyeke taxê hat çêkirin. Şandeyê guh li pirgsirêkên gel kir û destnîşan kir ku dê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Piştî serdan û civînan heyet berê xwe da Dersimê.