Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike 2022-09-14 09:35:41   RIHA - Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed der barê pêngava Kampa Holê de anî ziman ku dê heya dawî li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Mihemed bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê jî û wiha got: "Ji bo em dawî li terora DAIŞ'ê bînin û koka wê biqelihînin, divê hesab ji dewleta tirk bê pirsîn."   Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di 25`ê Tebaxê de dest pê kir. Di 21 rojên pêngavê de gelek tunel, cihên perwerdehiyê yê DAIŞ'ê, zindan, alavên îşkence û kuştinê û miqdareke cebilxane hatin dîtin. Her wiha gelek şaneyên veşarî yên DAIŞ'ê û kesên bi gumanbar hatin girtin. Di pevçûna 7'ê Îlonê de ya di navbera QSD û şaneyên DAIŞ'ê de 2 endamê QSD'ê jî jiyana xwe ji dest dan.   Di çarçoveya pêngavê de gelek jin ên bi zincîran hatibûn girêdan jî ji aliyê YPJ'iyan ve hatin rizgarkirin. Her wiha YPJ'iyan 2 jinên êzîdî jî rizgar kirin. Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed li ser girîngiya pêngavê, rêxistina DAIŞ'ê ya li kampê û piştî bidawîbûna pêngavê rewşa dawî ya kampê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Ruksen Mihemed di destpêkê de wiha got: "Ev berdewamîya pêngava yekemîn e. Pêngava yekemîn par bi pêşengtîya Fermandar Şehîd Jiyan Tolhildanê hatibû destpêkirin. Pêdivî bi pêngava 2'yan hebû. Ji ber ku Kampa Holê li cîhanê kampa herî xeterê ye. Malbatên DAIŞ'iyan li wir in. Ji zêdetirî 50 welatan mirov li wir in. Xetereya vê kampê gelek e. Di kampê de kuştin, xwedarvekirin rû didin. Perwerde tên dayîn. Zarok tên perwerdekirin. Nifşek nû yê DAIŞ'ê tê perwerdekirin. Li ser hişmendiya DAIŞ'ê li kampê teroreke nû tê avakirin. Dema em pêşiya vê negirin dê mirovahî hemû bi xetereyekê re rû bi rû bimîne. Ji ber wê me cardin pêdivî bi operasyonek bi vî rengî hebû."   'PEYWIRA ME DÎROKÎ YE'    Mihemed, êrişa DAIŞ'ê ya 20'î çilêya 2022'yan a li Girtîgeha Sinaayê ya Hesekê bi bîr xist û wiha got: "Li Kampa Holê jî DAIŞ'ê xwe bi rêxistin dikir ku çalakiyan li dar bixe. Dixwestin tevlîhevîyekê çêbikin. Hemû kes vê dibîne û şahidî dike. Lê tu çareserî nayê dîtin. QSD, Hêzên Ewlehîyê û YPG/YPJ ji bo wê ev pêngav dan destpêkirin. Ev erka me ye. Ji ber ku YPJ, QSD ji destpêke heya îro li hemberî DAIŞ'ê têkoşînek gelek mezin daye ber xwe. Heya li Baxozê DAIŞ têk çû me şer kir. Niha berpirsiyariya kampê hêzên me pek tînin. Mirovahî lê temaşa dike. Vegerandina malbatên DAIŞ'î, ya ber bi welatê wan ve an jî darizandina wan pêk nehat. Ev jî xetereyek e li ser axa me. Ji ber wê me ev pêngav da destpêkirin."   'KAMP JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ XETERE YE'    Mihemed anî ziman ku DAIŞ'ê li kampê xwe jinûve bi rêxistin dike û got: "DAIŞ, dixwaze tola têkçûna xwe bistîne. Dixwazin li herêmê tevlîhevîyêkê çêbikin. Ji bo vê zemîn heye. Êrişên dewleta tirk li herêmê çêdibin û ev ji bo DAIŞ'ê zemînek gelekî mezin e. Dewleta tirk piştgiriya vê kampê û DAIŞ'ê dike. Ji milê lojîstîkê, milê çekan û milê perwerdehiyê ve alîkarî hene. Dixwazin DAIŞ xwe jinûve bi rêxistin û zindî bike."   Mihemed bibîr xist ku Şoreşa Rojavayê bi pêşengtîya jinan hatiye çêkirin û wiha berdewam kir: "Şeroşa me şoreşek mirovahî, exlaqî ye. Ne tenê gelê herêmê tevahiya mirovahiyê diparêze. Li kampê kesê dixwazim xwe ji hişmendiya DAIŞ'ê xilas bikin tên kuştin, rastî êrîşan, îşkenceyê tên. Li hember wê me navê pêngavê wekî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hilbijart. Em dixwazin sînoran deynin ber kuştinan. Em dixwazin ewlehîyê bi dest bixin. Cihek piçûk e, lê xetereya wê mezin e. Di kampê de gelek cebilxane, çek, tunel, cihê perwerdehiyê, cihê darizandinê hatin dîtin. Kesên dikujin di tunelan de vedişêrin û ji bo lojîstîkê jî bi kar tînin. Zarokan ji bo terora DAIŞ'ê berdewam bike perwerde dikin. Ev erka me, berpirsiyariya me ye. Em vê digirin ser milê xwe. Berpirsiyarî ne ya me tenê ye, ya hemû cîhanê ye. Koalîsyon dibêje em li hemberî terorê şer dikin, ev berpirsyarî ya wan e jî. Em erka xwe bi cih tînin, bila her kes jî bîne cih. Pêwîst e ku ev malbat werin şandin. Heya bên şandin divê çareseriyek bê peydakirin. Heya îro DAIŞ tehdîtek gelek mezin bû, dibe ku careke din belav nebe."   'DIVÊ DAWÎ LI PIŞTGIRIYA JI BO DAIŞ'Ê BÊ'    Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ewlehiya kampê bi şert û mercên gelek zehmet dikin. Jinên li kampê jinên gelek xeter in. Zarokên xwe li ser hişmendiya DAIŞ'ê perwerde dikin. Fikra wan a DAIŞ'ê ye. DAIŞ li Boxozê têk çû, lê xetere hê berdewam e. Niha mîna bombeya li ber teqînê ye. Ne diyar e wê kengî biteqe. Di çarçoveya pêngavê de me gelek jinên dest û lingên wan bi zincîran hatin girêdan dîtin. Berê me bi sedan carî gotibû niha li kampê têkiliya DAIŞ û dewleta tirk careke din derket holê. Bi belgeyên ketin destê me, ev têkilî tê xuyakirin. Bi çek, pere û cilên hatin girtin ev dîsa eşkere bû. Bi êrîşan dixwazin niha DAIŞ'ê xurt bibe. Ku em bixwazin DAIŞ têk bibin, pêwîst e em hesab ji dewleta tirk bixwazin. Divê her dewlet erka xwe ya mirovahiyê bîne cih."   'EM Ê TOLA JINÊN ÊZÎDÎ BISTÎNIN'    Ruksen Mihemed anî ziman ku rizgarkirina jinên êzîdî hêzên YPJ'ê kir û wiha got: "Encama herî girîng a me di pêngavê de bi dest xist, rizgarkirina jinên êzîdî bû. Pîşti êrişa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'aan a li Şengalê em jinên YPJ'î me soz dabû ku em ê wan biparêzin. Ji roja soza ku me ew soz daye heya îro bi rizgarkirina bi dehan jinê êzîdî me soza xwe berdewam kir. Ev soz hê jî berdewam e û heya em tola jinan bistînin em ê li hemberî DAIŞ têkoşîna xwe berdewam bikin. Em soza bilindkirina têkoşînê didin. Heya jinek êzîdî di destê DAIŞ'ê de bê girtin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Gelê me yê bi koka xwe, dîroka xwe qedîm tê naskirin tirkî û DAIŞ'ê xwestin vê kokê ji bî rakin. 74 ferman hatin serê gelê êzidî. Me soz da gelê êzîdî em ê hemûyan rizgar bikin. Ev erka me ye. Em ê jiyanek aram, azad, bêtirs û bêîşkence ji bo hemû jinan ava bikin."   BANG LI DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Ruksen Mihemed, cardin bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelek qadroyên DAIŞ'ê xwe di nava jinan da veşartibûn. Hêvî dikin ku wê xilafetê ava bikin. Li ser vê hişmendiyê ne. Pêngava me ji bo bidawîkirina vê ye. Em berpirsyarîyên xwe bi cih tînin. Me gelek şehît dan. Gelek hevalên me canê xwe dan. Fermandarên ku ji bo dawî li tariyê bînin, piştî dawî li DAIŞ'ê anîn, di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. Wan soz da em jî li ser wê sozê ne. Dewleta tirk kesên li hemberî DAIŞ şer kirine dike hedef. Em ê li ser rêya hevalê xwe bimeşin. Heya dilopek xwîn jî di laşê me de hebe em ê bitêkoşin. Divê ji Tirkî hesab bê pirsîn û Tirkî were darizandin. Ji bo em dawî li terora DAIŞ'ê bînin û koka wê biqelihînin, divê hesab ji dewleta tirk bê pirsîn. Divê her kes bi vê berpirsiyariyê tevbigire. Divê hemû dewlet welatiyên xwe ji kampê bigirin. Gelek kamp hene, ev barê me yê li hemberî terorê giran dikin. Pêwîst e ku hemû dewlet erka xwe bi cih bînin."   MA / Emrûllah Acar