Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin 2022-09-14 09:57:24   AMED -  Li mezraya Bîra Zeyna ya Pasûrê ji ber ku ceyran kêm tê dayîn, şêniyên mezrayê bi sala ye pirgirêka ceyranê dijîn. Tevî gelek serlêdanên niştecihan jî ev pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin. Şêniyan da zanîn ku heqê ceyrana bi kar nayînin didin.   Di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û mezra hatin şewitandin. Vê jî rê li ber koçberiyeke mezin vekir û seranserî gel koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Yek ji wan gundên hatine şewitandin jî Temîran-ı Kebîr û mezra ya wê Bîra Zeyna ya Pasûr a Amedê ye. Piştî şewitandina mezrayê, niştecehên wê neçar man ku koç bikin. Bi dayîna destûrê re, niştecihên wê di sala 2002’yan de dîsa vegeriyan. Bi vegera wan re pirsgirêkên wan jî dest pê kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî pirsgirêka avê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek caran li cihê peywendîdar serlêdan kirin lê rêyek nebirin vê pirsgirêka wan.    Şêniyên mezrayê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.  2002’YAN HETA NIHA PIRSGIRÊKA CEYRANÊ HEYE   Ji niştecihên mezrayê Mihemed Mistefa Bayram da zanîn ku di sala 1986’an de li gundê wan ceyran hatiye girêdan û wiha got: “Di sala 1994’an de mezraya me hat şewitandin û em koçber bûn. Di sala 2002’yan de piştî destûrê em dîsa vegeriyan. Ji wê salê heta niha jî em pirsgirêka ceyranê dijîn. Ceyran gelek kêm tê dayîn û bi têrî mezrayê nake. DEDAŞ çima kêm ceyranê dide? DEDAŞ mecbûr e ceyrana mezraya me çê bike. Lê li gel ku me gelek caran serlêdan kir jî ev pirsgirêk nehat çareserkirin. Divê berpirsyariya xwe pêk bînin.”    ‘EM HEQÊ CEYRANA BI KAR NE ANÎ DIDIN’   Mistefa Bayram bi domdarî got ku ji ber ceyrana kêm sarinc, televîzyon û tiştên elektronîk xirab dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema zirara me DEDAŞ e. Tenê yek faz girêdane. Ew jî bi terî çendek malan dike. Bûdçeya ji bo ceyrana mezraya me hatiye veqetandin, ji hêla DEDAŞ an jî taşeronan ve hatiye xwarin. Ji bo ceyran bêhtir bê, em cîhazên ku voltajê zêde dike bi kar tînin û ev jî sarinc û televîzyonan xerab dike. Li hemû malan sarinc û televîzyonên xerabûyî hene. Li gel ku em ceyranê bi kar nayînin jî her meh fatûreyên ceyranê bo me rê dikin. Pereyê ceyrana me bi kar ne anî ji me distînin. Em dixwazin pirsgirêka me ya ceyranê çareser bikin.”   KÊM BÛNA CEYRANÊ BANDOR LI SER NEXWEŞAN JÎ DIKE   Ji niştecihên mezrayê Faîkê Bayram jî da zanîn ku zarokê wê yê 11 salî bi nexweşiya bêhntengiyê ketiye û wiha domand: “Dema bêhna wî kurt dibe, bi makîneyê tê ser hemdê xwe. Lê di demsala zivistanê de hema hema ceyran qet nîne. Lewma em nikarin makîneyê bi kar bînin. Ji ber kêmbûna ceyranê em gelek pirsgirêkan dijîn. Sarincên me xerab bûne. Li gel ku ceyrana me nîne jî pereyê wê ji me distînin. Ev pereyê ji me distînin heram e.”    NIŞTECIHÊN MEZRAYÊ BEZAR BÛNE   Têkildarî mijarê ji şêniyên mezrayê Şakîr Bayram jî bi lêv kir ku xelkê mezrayê ji ber nebûna ceyranê bêzar bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Em nikarin sarincan bi kar bînin. Zarok diçin dibîstanê û êvarê di tariyê de dixebitin. Me gelek caran serlêdan kir. Dibêjin dê çê bikin lê tiştekî nakin. Me dixapînin. Her meh derdora 200, 250 an jî 300 TL fatûre ji me re tên. Lê me ev ceyran bi kar ne anî ye. An bila ceyrana me çê bikin an jî ya heyî jî bibirin. Em çima pereyê ceyrana bi kar ne anî bidin? Bi sala ye em pereyê ceyranê didin. Her malê herî kêm 40 milyar zirar kiriye.”    MA/ Mahmût Altintaş