Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’ 2022-09-14 11:21:57   MÊRSÎN - Kesê bi navê Burhan Avci li navçeya Sîlîfkê li wesayîta karkerên kurd xist û ji bo xwe xelas bike jî qîriya û got “Terorîst hene.” Li ser vê yekê jî karkerên kurd ji hêla gundiyan ve hatin derbkirin.    Di 12’ê îlonê de li Taxa Sokun a navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê traktorekê li wesayîta karkerên kurd ên li ser îskeleya serayê dixebitiyan da. Ajokarê traktorê Burhan Avci piştî qezayê hewl da ji cihê bûyerê bireve. Karkerên kurd jî hewl dan ajokarê traktorê bidin sekinandin û li ser vê yekê ajokar Avci berê traktorê da karkeran û xwestin wan bieciqîne.   GOTINA ‘TERORÎST’ BI TÊRÎ KIR    Ajokarê traktorê piştre jî li meydana gund qêriya û got; “Ev terorîst in, dê min bikujin.” Li ser vê bangê, şêniyên gund li meydana gund kom bûn û xwestin karkerên kurd lînç bikin.    Li ser îxbarê, hêzên cendirmeyan hatin cihê bûyerê û her du alî birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Sîlîfkeyê. Her du aliyan jî giliyê hev kirin û ji nexweşxaneya rapora derbkirinê hilgirtin. Hem di derheqê karkerên kurd de û hem jî derheqê gundiyên derb kirin de bi sedema “gefxwarin”, “birîndar kirin” û “heqaretê” îfade hate girtin û piştre hatin berdan.    'QEZA KIR Û PIŞTRE JÎ XWEST TRAKTORÊ BIDE SER ME’   Ji karkerên hatine derbkirin Îdrîs Îder diyar kir ku dema li rex rê disekiniyan, traktorê li wesayîta wan xistiye û bûyer wiha vegot: “Eynika çepê ya wesayîtê şikest. Cama singê wesayîtê jî derizî. Li gel hişyariya me jî hat traktor li wesayîtê xist. Me jî da pey wî û ketin nava zeviyekê. Li wir traktor bi ser me de ajot. Piştre qîriya û got; ‘ev terorîst in û dê min bikujin.’ Gundî zêrandin û wan jî êrişî me kir. Ajakorê traktorê Burhan Avci mistek li navçavên birayê min da û derb kir. Her wiha girseya li qehwexaneyê jî di dest de çûvên ji hesin, bi ser me de hatin. Ji me re gotin; ‘ji xaka me derkevin. Em nahêlin hûn li van deveran bihewin.’Heqaret li me kirin, em derb kirin. Me jî giliyê wan kir.”    'XWEST ME BIECIQÎNE’   Bi domdarî Îder got ku ji ber êrişa nîjadperest wan karê xwe nîvco hiştiye û axaftina xwe wiha qedand: “Em neçar man ku ji Sîlîfkeyê derkevin. Ajokarê traktorê dizaniya em kurd in lewma li wesayîta me xist û xwest bide ser me. Em ne ji ber şer lê ji bo mafê xwe ketin pey wî. Ji ber ku em kurd bûn, em weke terorîst pênase kirin. Kargeha ku em pê re dixebitîn ji me re got ku gundî bûne yek û me naxwazin. Gotin ku heke em neçin dê zirarê bidin me. Li ser gefan jî em ji Sîlîfkeyê derketin. Gelo ma kurdbûna me sûc e? Lê ew weke sûc dibînin. Êdî bila ev nîjadperestiye bi dawî bibe.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen