Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye 2022-09-14 11:38:12   MÊRDÎN - MARSÛ ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye, ev 4 sal in avê nade gundiyan. Rayedarên MARSÛ’yê ji gundiyên ku bi tankeran avê dikêşin re wiha dibêjin: “Hûn çi dikin, bikin.”   Zêdetirî 4 sal in ku av ji gundê Dazerkê yê 2 km'an nêzî Artûklû ya Mêrdînê re nayê dayîn. Tevî ku gundê herî zêde nêzî navenda bajêr e jî, ev 4 sal in gundî bi vîdonan avê dikêşin gundê xwe. Îdareya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê (MARSÛ) tu bersiveke erênî nedaye daxwaznameyên gundiyan. Rayedar her carê ji gundiyan re dibêjin "temam" lê tiştekî nakin. Herî dawî ji bo çareserkirina pirsgirêka avê 10 meh berê li gund bîra sondajê vekirin û vê carê jî ji ber ku xeta şebekeya ceyranê nehatiye kişandin ji malan re av nehat dayîn.    DEST DIGIHIJE LÊ AV NAÇE   Têkildarî mijarê ji şêniyên gund Huseyîn Oztap da zanîn ku gundê wan zêdetirî 400 sal in hatiye avakirin û wiha got: "Cihê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê lê hatiye çêkirin, axa vê mezrayê ye. Dema dibêjin Dazerkê ew der tê zanîn. Kes vê derê nizane. Gundê Tinne hebû, îro em ew gund in.” Oztap anî ziman ku dema ew ji bo çêkirina rêyên gund çûne şaredariyê, ji wan re bersiva “erê” hatiye dayîn lê heya niha tu encam jê nehatine girtin. Bi domdarî Oztap ev tişt anî ziman: "Dema ku ez dibêjim li gund av tune ye, kes ji min bawer nake. Ji min re dibêjin ku ‘Tu destê xwe dirêj bikî li Merdînê yî. Çawa av tune ye. Çawa serwîs û veguhestina we tune ye.’ Em bi şev û roj xeteke dolmîşê dixwazin lê nadin. Em dibêjin qeyda me ya nifûsê çêbikin wê jî çênakin.”   ‘HÛN ÇI DIKIN BIKIN’   Oztap da zanîn ku avên wan car caran dihatin lê dîsa qut dibûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jî bi vê avê îdare dikin. Roj bi roj ava me kêmtir bû û ev 4-5 sal in qet nayê. Rayedar her carê dibêjin temam lê tankeran dişînin. Em li gund 40 mal in û ji me re tenê tankerekê dişînin. Tanker bi hatinê re vala dibe û tankera din hefteyek piştre dişînin. Em her carê li bendê dimînin ku tanker were lê 10 roj an jî 20 şûnde dor digehe min. 10 meh e ku sondaj li gund dane lê nehatiye temamkirin. Diçim MARSÛ’yê ji min re dibêjin ‘tu çi dikî bike.’ Min 2 caran daxwazname şand yek jê winda ye. Min cara duyem daxwazname şand, ji salekê zêdetir bû hê jî tên.”   AVA TANKERÊ TÊRÎ NAKE   Ji şêniyên gund Gulseren Mengirkaon jî anî ziman ku li herêma wan de ne kaniyek heye ne jî çemek derbas dibe û ava ku ji tankeran dikêşin jî têrî wan nake. Mengirkaon bi bîr xist ku bi sala ye bêav in û şaredarî ji wan re dibêje 'em ê çêkin' lê çênakin.    ‘EM JI DERDÊ AVÊ PERÎŞAN BÛN’   Ji şêniyên gund Lamîa Oztap got ku pirsgirêka wan a sereke av e û ev tişt anî ziman: "Em ji derdê avê perîşan bûn. Em muxtar digerin dibêje wê bê. Hefteyek, 20 roj derbas dibe tankerek avê tê. Ev tanker jî têrî 2 malan dike. Ji bo 30 malan tankereke avê dişînin û ev yek jî ne edalet e. Divê şaredarî li ser vî karî bisekine. Divê avê bide me. Li gundê me rê û veguhestin jî tune ye.”