Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin 2022-09-14 11:39:10   ŞIRNEX- Polîsan li Silopiyayê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro di saetên serê sibehê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de kur û bav jî di nav de 5 welatî hatin binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin nehat zanîn. Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê ên ragirtin.    Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan hêj zêdetir bibe.