HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya 2022-09-14 11:46:48   RIHA - Rêxistina HDP’ê ya Rihayê taştê da kedkarên çapemeniyê yên bajar û hevdîtin kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê taştê da kedkarên çapemeniyê yên bajar û civiya. Taştê li Barutçu Han’ê hate dayîn û gelek rojnameger tev li bûn. Beriya destpêkirina taştê Hevserokê HDP’a Navçeya Karakopruyê Ferzan Topla axivî û got ku wan li ser kêmaniyên li bajêr ev hevdîtin pêk anîne.    Piştre jî Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û ev tişt anî ziman: “Em baş pê dizanin ku çapemenî çav, guh û zimanê civakê ye. Em partiyeke xwedî îdia ne ku siyaseta demokratîk pêk bînin. Kedkarên çapemeniyê di mijara pirsgirêkên civakê de baldar in. Ji bo ku em bi hev re rêyekê ji van pirsgirêkan re bibînin, hatin vê derê.”    Hevdîtin, bi bersivandina pirsên rojnamegeran dom kir.