Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome 2022-09-14 11:55:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsyarê Çapemeniya HSD’ê Ferhad Şamî da zanîn ku pêngava wan a li dijî Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome.    Bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPG/YPJ’ê, li dijî Kampa Holê Pêngava Însanî û Ewlekariyê hatibû destpêkirin. Pêngav, di roja 21’an de didome. Berpirsyarê Çapemeniya HSD’ê Ferhad Şamî têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    Ferhad Şamî destnîşan kir ku ji bo diyarkirina encama pêngava bi mebesta tunekirina hucreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê hatiye destpêkirin hêjta zû ye û ev tişt anî ziman: “Pêngava me li gorî planekê tê meşandin. Heta ku armancên me pêk tên jî ev pêngav dê bidome. Bi pêngava me re kapasîteya hucreyên DAIŞ’ê yên li kampê qels bû. Her wiha bandora jinên ‘El Hesbe’ ya li ser şêniyên kampê jî kêm bûye. Lê belê divê em wan bi temamî ji holê rakin. Ev berpirsyarî jî dikeve ser milê civaka navneteweyî ku çareserkirina pirsgirêkên li kampê li ser milê wan dimîne.”