ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-15 09:00:07   * Çetîn Dogan, li eskeriyê ji ber ku perwerdehiya bi kurdî parastibû bi êrişeke nijadperest re rû bi rû mabû. Der barê Dogan de bi diaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin û cezayê eskerên êrişkar jî hat kêmkirin.    * Hunermend û dengbêjên Botanê bertek nîşanî qedexekirina konser û astengiyên li ser hunera kurdî dan û gotin: "Huner, nasnameya civakê ye. Em qedexeyan esas nagirin û li her derî ne."   * Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay da zanîn ku hejmara xwendekarên ku ji ber krîza aborî dest ji dibistanê berdane zêde bûye û got ku li hemberî vê rewşê tu tevdîr nehatine girtin.   * Ekolojîstên ku dê beşdarî Meşa Cûdiyê bibin gotin: "Em pêşî li ber vê rantê û qirkirinê bigirin. Beşdarbûne her mirovekî/ê rizgarkirina darekê ye."    * Parêzerê OHD'î Bariş Işik diyar kir ku saziyên navneteweyî berpirsiyariya xwe ya ji bo tecrîda Îmraliyê bi cih neanîne û wiha got: "Tevî hemû serlêdanan jî, hem pergalên neteweyî hem jî yên navneteweyî, xwe li ker û lalîtiyê datînin."   * Hilbijartiyên Şirnexê bal kişandin ser qirkirina daran a li Cûdiyê didome û hemû kesên xwezaparêz û çandparêz vexwendin meşa ber bi Cûdiyê ve ku dê di 17'ê Îlonê de bê lidarxistin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar 556’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza têkildarî qetilkirina rojnameger Musa Anter ê di 20’ê Îlona 1992'an de li Amedê hat qetilkirin wê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza polîs Yakûp Şenocak ê xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuştibû û derbarê wî de ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” biryara beraetê hatibû dayîn, piştî xerakirina biryarê ya Dadgeha Îstînafê wê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Çalakiya rûniştinê ku Songul Îlker ji bo mafê tedawiyê yê kurê xwe girtiyê nexweş Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, li ber girtîgehê daye destpêkirin berdewam dike. (10.00-16.00)   * Doza derbarê Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Midura Karên Nivîsê Reyhan Çapan de hatiye vekirin wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.10)   * Doza derbarê 194 leşkerên têkildarî “Operasyona Vegerê ya Jiyanê” ya li Girtîgeha Bayrampaşayê hat lidarxistin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (10.30)   * Danişîna doza derbarê sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî yên cerdevan a têkildarî kuştina Mazlûm Çelîk a navçeya Mîdyada Mêrdînê wê li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. (10.30)    * Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê “Di qada parastinê de Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran” dabû nûçegihana JIN TV’yê. Doza derbarê wan de hatiye vekirin wê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin didome. (11.00-16.00)    * Tifaqa Ked û Azadiyê wê têkildarî Meşa Cûdî li Qada Îskele ya navçeya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.00) ZINDÎ