Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê 2022-09-15 10:03:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad diyar kir ku Tirkiye hewl dide bandora xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê berfirehtir bike û wiha bang kir: “Hewceye gelê kurd bi ruhekî neteweyî bersivê bide Tirkiyeyê.”    Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bi Rojnewsê re axivî. Mûrad, da zanîn ku gelê kurd li her deverê di rewşeke krîtîk de ye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn bi taybet jî li Kurdistanê rewşeke gelek hesas û talûke li holê ye.”    Zeynep Mûrad da zanîn ku gelê kurd li her çar parçeyan jî di serdemeke dîrokî de derbas dibe û wiha domand: “Li Kurdistanê niha rewşeke hestiyar û metirsîdar heye. Lewma dagirkeran berê xwe dane destkeftiyên gelê kurd ên li Rojava û Başûr. Êrişên dewleta tirk roj bi roj zêdetir dibin. Diyar e ku dixwaze xewna xwe ya Împaratoriya Osmanî zindî bike. Dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî. Lewma şerekî mezin dike.”    ‘GEL JI ALIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛR ACIZ E’   Bi domdarî Mûrad diyar kir ku dewleta tirk ji zû ve plana dagirkirinê amade kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van êrişan roj bi roj girantir dike. Dewleta tirk bikeve ku derê, wê derê êdî weke xaka xwe dihesibîne. Lewma divê em yekitiya xwe ava bikin û li dijî van êrişên dagirkeriyê bi hev re bisekinin. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk, li Başûr nerazîbûneke mezin li dijî aliyên siyasî heye. Vê yekê wisa kiriye ku hestên neteweyî lawaz bibin. Lê hewceye bi ruhekî neteweyî bersiva van êrişan bê dayîn. Hewceye hemû aliyên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê rabin. Heke bi leşkerî nebe jî divê bi awayeke pratîkî helwesta xwe zelal bikin û bêdeng nemînin.”