Li Êlihê kesek hat binçavkirin 2022-09-15 12:20:20   ÊLIH – Ciwanê bi navê Şaban Yilmaz li Êlihê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ hate binçavkirin.    Polîsan di serê sibehê de li Taxa Seyîtler a Êlihê bi ser mala ciwanê bi navê Şaban Yilmaz de girt û binçav kir. Hat zanîn ku Yilmaz bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tê ragirtin.