Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin! 2022-09-15 12:54:11   ENQERE - Kurê girtî Mûrat Bîlger ku ji ber bi malbata xwe re bi kurdî axiviye gardiyanan gef lê xwarine, Haydar Bîlger wiha got: “Pîra min tirkî nizane, Dema ku xwestin têkiliyê deynin dê çawa biaxivin?”    Girtî Mûrat Bîlger ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 3’yemîn a Sîncanê tê ragirtin, dema di 12’ê îlonê de bi malbata xwe re pê telefonê bi kurdî axiviye, rastî gefên gerdiyanan hatiye.     ‘TENÊ DIKARÎ BI TIRKÎ BIAXIVÎ’   Bilger ê ku di 13’ê îlonê de careke din malbata xwe geriya, diyar kir ku gardiyanên rojek beriya niha hatine cem wî, bi van gotinan : “Tu nikarî li vir bi kurdî biaxivî. Tenê dikarî bi tirkî biaxivî. Nexwe em ê tu rehetiyê nedin te, em ê roniya rojê nîşanî te nedin. Em ê cezayê disîplînê bidin te” gef lê xwarine.    ‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ BI KURDÎ BIAXIVIM’   Bîlger ê bertek nîşanî gardiyanan daye wiha got: “Çi dibe bila bibe. Ez ê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivim.”   KURÊ BÎLGER: ZALIMTIYÊ DIKIN   Haydar Bîlger anî ziman ku dema ku bavê wî bi pîra wî re bi kurdî diaxaft telefon hatiye qutkirin û wiha got: “Gardiyan nijadperestiyê dikin. Zalimtiyê dikin.”   DAYIKA BÎLGER TIRKÎ NIZANE   Bîlger destnîşan kir ku pîra wî tirkî nizane û wiha got: “Dema ku xwestin têkiliyê deynin dê çawa biaxivin.”