Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn 2022-09-15 14:02:29   ŞIRNEX - Di venihêrîna “nêçîrvaniya qaçax” a li Elkê de li 21 kesan bi giştî milyonek û 148 hezar û 836 TL cezayê pereyan hate birîn.    Komên Midûriyeta Şaxa Parastina Xweza û Parkên Millî ya Şirnexê li 21 kesên ku hat tespîtkirin li gundên Pîrosa, Hemka, Melêsa û Degîrmenlî yên Elkê ya Şirnexê “nêçîrvaniya qaçax” dikin, bi giştî milyonek û 148 hezar û 836 TL cezayê pereyan birî.