Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin 2022-09-15 14:08:11   STENBOL - Danişîna doza ku xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê jê tên darizandin ji ber biryara parastina zêdek hate taloqkirin.    Danişîna 5’emîn a doza ku piştî ceza û biryarên beraetê yên ji bo xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demorkasî ku bi KHK’ê hatibû girtin, hatibûn dayîn li Dadgeha Îstînafê hate xerakirin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Stenbolê ji nû ve hate dîtin. Parêzerên rojnamevanan Ozcan Kiliç, Sercan Korkmaz û Meral Hanbayat li danişînê amade bûn.    Parêzer Ozcan Kiliç ku piştî zabitên ji ber guhertina şandeyê hatin xwendin mafê axaftinê girt, diyar kir ku beyana nivîskî ya beriya niha derbarê beraeta rojnamevanan de dabû dubare dike û xwest pêkanîna ku derketina rojnamevanan a derveyî welat qedexe dike bê rakirin. Dozger ê dû re mafê axaftinê girt jî diyar kir ku di mutalaaya wî de tu guhertin nînin û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.    BIRYARA TÊKILDARÎ PARASTINA ZÊDEK   Dadgeha ku biryara xwe aşkere kir xwest ku derbarê Hîcran Urun, Reyhan Hacioglû, Mehmet Alî Çelebî û Îshak Yasûl de bi hinceta ku îhtîmal heye xala TCK’ê ya 220/7’an pêk bînin parastina zêdek bê girtin. Dadgehê rakirina şertên kontrola edlî qebûl nekirin û danişîn taloqî 21’ê Kanûnê kir.