ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-16 09:00:22   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku texrîbkirina xwezayê û şer yekser pêwendîdar in û got ku çavkaniya vê yekê jî tecrîda li Îmraliyê ye.    * Amediyên ku bal kişandin ser qirkirina daristanan bang kirin ku divê her kes tev li Meşa Cûdî bibe ku dê sibe li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin.     * Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku ji faktorên ku aloziya li Iraqê kûr dikin yek jê jî hevkariya Tirkiye û PDK'ê û got ku rizgariya Iraqê bi xwerêveberiya gelan û rêya sêyemîn pêkan e.   * Ciwanên enternasyonalîst ên li Almanyayê beşdarî meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn gotin: “Êdî dem dema azadiyê ye. Ji niha û pê ve divê em ji xeynî tu tiştî qebûl nekin.   * Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo sepanên li Îmraliyê bingeheke qanûnî ya li ser axaftin bê kirin nemaye û wiha got: “Heke Tirkiye bersivê nede, ji bo ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mafê hêviyê di rojeva xwe de bihêle dê bikevin nava hewldanan.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 557’an de berdewam dike.    * Doza Komkujiya Dedeogûllari ku di 12’ê gulanê de hatibû kirin û 7 kes hatibûn qetilkirin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê dîtin. (09.00)    * Doza derheqê Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglû de hatibû vekirin îro dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Doza derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi sedema “hedef nîşandanê” hatiye vekirin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê were dîtin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê bi tevlibûna parlamenterên herêmê re li navçeya Qereçoban a Erziromê beşdarî avêtina hîm û vekirinê bibe. (10.00)   * Dê bi pêşengtiya DFG û MKGD’ê li Amed, Mêrsîn, Stenbol, Riha, Enqere û Wanê çalakî bên lidarxistin û ji 16 rojnamegerên girtî re name, qert û pirtûk bên şandin. (10.00-15.00) CANLI   * Şandeya HDP’ê li Çewlik û navçeya Bongilanê dê biçe serdana esnafan. (10.00-17.00)    * Welatiyên ku dê ji Îzmîrê beşdarî Meşa Cûdî ya li Şirnexê bibin dê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar daxuyaniyê bidin û bi rê kevin. (11.00)   * OHD, ÎHD û Baroya Amedê dê têkildarî girtiyên nexweş li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. (12.30)    * Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê TMMOB, li Taxa Fabrîka ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê dê bifiroşe dê civîna gel li dar bixe. (13.30)   * Doza JÎTEM’ê ya têkildarî înfazkirina 19 kesên li Enqereyê û bajarên derdorê dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (14.00)   * Fînala Tirkiyeyê ya 3’yemîn Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî ya Kemal Korkût a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ve tê organîzekirin wê li Silopiyayê dest pê bike. (18.00)