Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e 2022-09-16 09:52:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî, balkişand ser hevkariya malbata Barzanî û PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û diyar kir ku Tirkiye bêyî PDK'ê nikare li Başûrê Kurdistanê şer bike.   Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî, têkildarî êrişa hevkar a dewleta tirk û PDK'ê di 5'ê îlonê de li Xelîfanê li dijî endamên HPG'ê pêk anî ji Rojnewsê re axivî. Kerîmî li ser hevkariya binemala Barzanî û PDK’ê ya bi dewleta tirk re wiha got; “Dewleta tirk bêyî hevkariya PDK’ê nikare gerîlayan li Başûrê Kurdistanê de şehîd bixe. Li Başûrê Kurdistanê hêzek heye bi navê binemala Barzanî û divê herkes bawer bike ku ew beşekin ji saziyên dewleta tirk a dagirker.” Kerîmî da zanîn ku binemala Barzanî ji bilî bicihanîna daxwazên dewleta tirk tiştek din nake û wiha berdewam kir: “Ew baş dizanin ku eger dewleta dagirker a tirk piştgiriya wan neke wê gelê kurd di nava çar rojan de wan nehêlin.”   'GELÊ KURD JI BINEMALA BARZANÎ BÊZAR BÛYE'   Kerîmî bi lêv kir ku gelê kurd ji berê de ji binemala Barzanî bêzar bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ev binemale ji sala 1960-1970’an ve bi dehan karesat bi serê gelê kurd de aniye. Niha jî ez şaş dimînim serokê vê binemaleyê dibêje ‘şoreşa îlonê pêngavek gelek mezin bû ji bo gelê kurd’ Ez dipirsim kîjan pêngav? Yên ku we yek bi yek serkirdeyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kuştin û radestî welatên dagirker kirin? Yan jî we şoreşek mezin li Rojhilatê Kurdistanê hilweşand?”   'GELÊ KURD JI BER DESTHILATA WE BINDEST MAYE'   Elî Kerîmî axaftina xwe wiha domand: “Divê bi vekirî ev yek ji binemala Barzanî re were gotin ku 100 sal in gelê kurd bi saya desthilata we bindest maye. Şoreşa îlonê bi aşbetaliyê bi dawî hat. Çawan dikarî bêjî ‘pêngavek mezin bû’ Mela Mustefa ku serokê wê şoreşa aşbetal bû, diçû li qesrên şahê Îranê dima.”   Kerîmî axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Binemala Barzanî xwe wek kurd nabînin, ji ber ku dewleta dagirker a tirk bi xwe dibêjin, artêşa me ya herî mezin li nav xaka Herêma Kurdistanê heye. Mebesta dewleta Tirk çekdarên binemala Barzanî ye. Ti peywendiya vê binemalê bi Kurdayetiyê ve nîne.”