Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke 2022-09-16 12:24:59   RIHA - Derheqê Emîne Şenyaşar de ku bûye sembola kesên li edaletê digerin, bi îdiaya “heqaretê” doz û lêpirsîn hatibûn vekirin. Şenyaşar bal kişand ser doz û lêpirsînan û wiha got: “Dozger bila doza ne li min lê doza nexweşxaneyê veke.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 557’an de de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbatê pankarta “Edalet bo malbata Şenyaşar, edalet bo her kesî” daliqand û dest bi nobeta xwe kir. Emîne Şenyaşar, di nobetê de pirtûka nivîskarê kurd Alî Oruç a bi navê “Edalet” di destê xwe Emîne Şenyaşar de ye.    Dayik Emîne Şenyaşar bal kişand ser doz û lêpirsînên ji ber axaftinên di dema nobetê lê hatine vekirin û wiha got: “Hêj niha jî zilmê li me dikin. Me heta niha gelek zilm dît. Kurekî min di girtîgehê de û du jî li nexweşxaneyê hatin kuştin. Çima wiha dikin? Ne li kujerên zarokê min lê doz li me vekirin. Ji min dipirsin bê ka çima heqaretê dikî. Mirov li nexweşxaneyê nayên kuştin. Ma Erdogan bi vê nizane? Zarokên wî jî hene. Ez nexweş im. Bila zarokê min berdin ku ez jî biçim li mala xwe rûnim. Tevî van tiştan jî çima zarokê min bernadin? Kî vê zilmê hêjayî me bibîne, hêvîdarim heman zilm bi serê wan bê. Ez heqê xwe li wan kesên ev bi serê me anîn helal nakim. Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê vekin.”    ‘HEQ, HIQÛQ, EDALET’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Bêedaletî û bêwijdanî bi hev re tevdigerin. Tevî hemû destwerdanan jî berxwedana dîrokî ya dayikê di roja 557’an de didome. Heq, hiqûq, edalet.”