Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir 2022-09-16 13:09:02   ERZIROM - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, serdana Şaredariya Qereçoban a Erziroma HDP’î kir.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re ku ji bo tev li hin çalakiyan bibe û hin serdanan bike hate Erziromê, serdana Şaredariya Qereçoban a HDP’î kir. Sancar ku ji aliyê Hevşaredar Halît Ûgûn û xebatkarên şaredariyê ve hat pêşwazîkirin, derbasî avahiya şaredariya bajêr bû. Sancar, ê pirsgirêkên ku li navçeyê diqewimîn guhdar kirin, ji bo merasîma avêtina hîm û vekirinê, ji şaredariyê derket. Tê payîn ku Sancar di merasîmê de biaxive.