Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin 2022-09-16 13:42:10   MÊRSÎN - Nûnerê DBP'ê yê Mêrsînê Metîn Încî hate girtin û 2 jin jî hatin binçavkirin.    Nûnerê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Mêrsînê Metîn Încî di 13’ê îlonê de hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, Încî duh bi şev sewqî edliyeyê hat kirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Mêrsînê hat kirin. Piştî kar û barên îfadeyê, Încî bi hinceta “Endaman tev li rêxistinê dike” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê.    2 JIN HATIN BINÇAVKIRIN   Li aliyê din di serdegirtinên malan ên li navçeya Akdenîzê de 2 jin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her du jin bi îdiaya “endamên YPG’ê ne” hatine binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê. Di heman demê de kar û barên îfadegirtinê yên 10 karkerên Şaredariya Bajar a Mezin a Mêrsînê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin jî didome.