Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin 2022-09-16 15:45:42   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Erxeniyê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erxenî ya Amedê bi mebesta Meşa Çiyayê Cûdî ku dê sibe li Şirnexê bê lidarxistin, li pêşiya Parka Orman a li rex Şaredariya Erxeniyê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’a Erxeniyê Servet Pala ve hat xwendin.    Servet Pala bal kişand ser texrîbata ekolojîk a di asta qirkirinê de û wiha got: “Dem dema wê ye ku em êdî li dijî texrîbata ekolojîk a li herêma me di asta qirkirinê de tê kirin dengê xwe derxînin. Di van salên dawî de bi taybet jî li bajarên kurdan qirkirina ekolojiyê û daran tê kirin. Berteka gel a li dijî vê zêde dibe. Divê hemû kes li dijî vê talankirina xwezayê dengê xwe derxîne. Her darek, mirovek e. Birîna darekê û kuştina mirovekî heman tişt e. Rojane bi tonan dar li erdnîgariya kurdan tên birîn. Tunebûna daran tê wateya tunebûna mirovahiyê.”    ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Pala, got ku li dijî şewatên daristanan ên li rojavayê Tirkiyeyê gelek bertek tên nîşandan lê ji bo yên li erdnîgariya kurdan her kes bêdeng e û wiha bi dawî kir: “Bi vê wesîleyê em dîsa mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin û banga tevlibûna Meşa Cûdî ku dê sibe were lidarxistin li her kesî dikin.”