Li Kerboranê jinek hat qetilkirin 2022-09-16 19:53:57   MÊRDÎN - Li Kerboranê Oner Keskîn, Pakîstan Demîrê qetil kir û kesê xwest pêşî lê bigire jî birîndar kir.    Li Taxa Zengan a navçeya Kerboran a Mêrdînê, Oner Keskin (30), hevjîna xwe Pakistan Demîrê (28) qetil kir.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Oner Keskin pêşî li ser rêya Taxa Zenganê bi Pakîstan Demîrê re munaqeşe kiriye û paşê jî bi amûreke bibir êriş biriye ser Demîrê. Karkerekî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku wê kêliyê di wir re derbas bûye hewl daye mudaxileyî Keskîn bike. Keskin êriş biriye ser xebatkarê şaredariyê jî û ew birîndar kiriye.   Koma tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hat kirin. Tenduristkaran piştî kontrolê ragihand ku Pakîstan Demîrê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Demîrê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Karkerê şaredariyê yê birîndar jî hat dermankirin.