Li Kercewsê dozger xwe kuşt 2022-09-16 21:20:51       ÊLÎH - Li Kercewsê dozger Abdulsemat Yilmaz xwe kuşt.   Dozger Abdulsamet Yilmaz ê 28 salî ku 2 meh berê tayinî navçeya Kercewsê ya Êlihê hatibû kirin, li lojmana lê dima hewl dabû bi çekê xwe bikuje. Li lojmanan kesê ku dengê çekê bihîstin gazî tîmên tenduristiyê kirin. Tîmên tenduristiyê yê hatin lojmanan, Yilmazê bi giranî birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê. Li vir piştî mudaxileya ewil, Yilmaz sewqî Nexweşxaneya Perwredehî û Lekolînê ya Êlihê hat kirin. Li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî Yilmaz jiyana xwe dest da.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.