Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn! 2022-09-17 09:02:12   ERZINGAN - Li Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê ji ber çêkirina tirşiyê cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê, di avêtina ser qawîşan de li qawîşekê tirşî hatiye dîtin û ji ber vê mehek cezayê qedexekirina pêwendîdanînê li girtiyan hatiye birîn.    Li gorî agahiyên ku girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandine, di 29'ê Tebaxê de gardiyanan avêtiye ser qawîşan û di lêgerînan de 13 şûşe tirşî dîtine. Îdareya girtîgehê ku dest daniye ser tirşiyê, di heman demê de di 26'ê Tebaxa 20221'ê de mehek cezayê qedexekirina pêwendîdanînê li girtiyan biriye.    Piştî vê girtiyan jî serî li Dadgeriya Înfazê ya Erzinganê daye û gilî kirin. Girtiyan di parastina xwe de diyar kirine ku girtiyên nexweşîna tansiyonê bi wan re hene û ji ber ku tirşiya tê dayîn pir şor e, wan bi xwe tirşî çêkiriye lê belê di avêtina ser qawîşan de tirşiya wan hatiye desteserkirin. Lê belê dadgeriyê biryar daye ku girtiyan stok kiriye û ev unsûrên çalakiyên stoka zexîre di xwe de dihewîne û ji ber vê cezayê hatiye birîn di cih de ye.    Girtî dê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Erzinganê bidin.    MA / Mujdat Can