Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan 2022-09-17 10:12:53   AMED - Li Amedê 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Parêzerên rojnamegeran bi sedema ku “girtina rojnamegeran derhiqûqî ye” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.    Di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî 16 rojnameger hatin girtin. Parêzerên rojnamegeran, ji ber girtina rojnamegeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdana parêzeran de hat destnîşankirin ku girtina rojnamegeran derhiqûqî ye, rojnamegerên kurd ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên girtin û ev yek jî tê wateya binpêkirina mafên ewlehî û azadiya raman. Her wiha parêzeran diyar kir ku êrişên heyî bi mebesta bêdengkirina çapemeniya kurd û bisînorkirina qada nîqaşên siyasî tên kirin û rewa nînin.    Di berdewamê de parêzeran got ku gelek mînakên girtin û darizandina rojnamegeran hene lê ev dosyaya behsa xeberê xerabtirîn mînaka girtin û darizandinê ye û sedema îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî xebatên pîşeyî yên rojnamegeran weke delîl hatiye nîşandan. Parêzeran diyar kir ku ev yek jî aciziya li hemberî rojnamegeriyê nîşan dide û bi vê yekê re armanc tê kirin ku xebatên rojnamegeriyê bi tevahî ji holê bê rakirin.    ‘BINPÊKIRINA LI DIJÎ MAFÊ PARASTINÊ’   Di serlêdanê de parêzeran da zanîn ku di pêvajoya ber bi girtinê ve de emniyet û dozgeriyê bi hinceta biryara bisînorkirinê agahî bi parêzeran re parve nekirine û agahiyên di lêpirsînê de jî bi medyaya alîgir re hatine parvekirin. Bi domdarî parêzeran got ku vê yekê re rê li ber îtîraza bibandor a li hemberî sûcdariyan hatiye girtin û mafê parastinê hatiye astengkirin.    ‘NÛÇE WEKE DELÎLÊN SÛC HATIN NÎŞANDAN’   Parêzeran, daxuyand ku rojnameger bi hinceta “di saziyên çapemeniyê yên gelê kurd erê dike û dişopînê de dixebitin û têkildarî van mijaran nûçeyan amade dikin” hatine sûcdarkirin û naveroka nûçeyê û sernavên wan weke bingeha sûcdariyan hatiye destnîşankirin. Bi domdarî di serlêdanê de ev tişt hatin gotin: “Peyveke ku ji wateya wê hatiye dûrxistin e û li gel ku tundî neparastiye jî, weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye nîşandan. Lê belê ev nûçeyên weke delîlên sûc hatine nîşandan, xebatên rojnamegeriyê ne û dikevin ber çarçoveya azadiya çapemeniyê. Lê belê qet di vê çarçoveyê de nehatine nirxandin.”    ‘BISÎNORKIRIN LI DERVEYÎ ARMANCÊ HAT BIKARANÎN’   Bi domdarî parêzeran di serlêdanê de anî ziman ku di lêpirsîna behsa xeberê de 20 rojnamegerên kurd hatine binçavkirin û ji van 16 jê hatine girtin, dest danîne ser alavên wan û bi vê yekê re hatiye armanckirin ku çapemeniya kurd bînin asteke wisa ku êdî nekare bixebite û bi tevahî bêdeng bikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ev yek binpêkirina xala 18’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û xalên 13’emîn û 14’emîn a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ye ku ev xal bisînorkirina mafên bingehîn û bi kar anîna derveyî armancê qedexe dikin.    BIRYARA DEMÎRTAŞ Û KAVALA BI BÎR XISTIN   Parêzeran, bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi sedema ku xala 18’emîn a PMME’yê hatiye binpêkirin, ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş û karmend Osman Kavala de biryara binpêkirinê dabû. Di serlêdanê de hat gotin ku DMME’yê bi sedema ku biryara derheqê Demîrtaş û Kavala de bi saîkên siyasî hatiye kirin biryara binpêkirinê da.    ‘TÊ XWESTIN ÇAPEMENIYA MUXALÎF A DAWÎ JÎ BÊDENG BIKIN’    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê û Xwebûnê û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî di nav de, bi giştî 20 rojnameger û 2 kesên roportaja kolanê dida hatine girtin. Her wiha hat gotin ku hinek jê rojnamegerên hatine binçavkirin di kargeha produksiyonê de dixebitiyan ku ev şîrket bi awayekî fermî hatiye avakirin û baca xwe dide û hinek jê jî bi nîvwextî û bihayê xebata xwe dixebitiyan. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya operasyonê de bi ser malên rojnamegeran, JINNEWS û kargehên Pel Produksiyon û Produksiyona Arî de hate girtin, sê rojan lêgerîn lê hat kirin û dest danîn ser kamera, kompîtur, alavên nûçeyan, arşîv û hemû tiştên din. Bi vê yekê re hat armanckirin ku çapemeniya kurd, çapemeniya muxalîf û xebatkarên wê bêdeng bikin. Dema mirov li tiştên hatine desteserkirin dinihêre, dibîne ku hatiye armanckirin ku van saziyan bînin asteke wisa ku qet nekarin bixebitin û nûçeyên wan krîmînalîze bikin. Bi van operasyonên dawî tê mebestkirin ku saziyên çapemeniyê yên dawî jî bêdeng bikin, ceza bikin û ji holê rakin.”    ÇI BÛBÛ?    Di 8’ê hezîranê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Navên rojnamegerên hatine girtin wiha ne: “Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Unger, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn.”    Her wiha rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.