Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn 2022-09-17 13:59:46   AMED - Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn ku di sala 1991’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.   Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 710’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Hevserokê Odaya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran pisiştgirî da çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem hat pirsîn ku di 25’ê îlonê di nîvşevekê de ji hêla  serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî ve hatibû binçavkirin û 31 sal in tu agahî jê nayên girtin.    Di çalakiyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, di serî de bal kişand ser doza rojnameger û zanyarê kurd Mûsa Anter ku ber demborînê dikeve û wiha got: “Ji her alî ve bêhiqûqî heye û nenaskirina hiqûqê heye. Hemû kiryarên di demên berê de bi awayekî derhiqûqî hatine kirin, bêceza man. Ev jî nîşan dide ku kesên sûc kirine ji hêla dewletê ve tên parastin. Divê dewlet faîlan bêceza nehêle, wan neparêze û nehêle doz ber demborînê bikeve. Ji bo darizandina van faîlan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘DÊ HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIM’   Piştre jî xwîşka Gundem, Ferîde Gundem axivî û wiha got: “Tevî ewqas salan jî em hêj li birayê min digerin. Em her hefteyê di roja şemiyê de li vê derê e. Dema em tên vê derê, weke ku biçin goristanê. Dayik û bavê min bi hesreta birayê min wefat kirin. Heta ku sax bim dê vê têkoşînê bidomînim. Birayê min bêsûc û bêguneh bû. Çawa birine, bila wisa bînin jî.”   SERPÊHATIYA GUNDEM XWENDIN   Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin.    Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe.   Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.”    Piştî xwendina serpêhatiyê, çalakvanan ji bo Îbrahîm Gundem û hemû windakiriyan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.   ÊLIH Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 546’an de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de serpêhatiya nivîskar, rojnameger û zanyarê kurd Apê Mûsa (Anter) hat xwendin ku di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin. Xizmên Windakiriyan, endamên ÎHD’ê û kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter tev li çalakiyê bûn. Serpêhatiya Apê Mûsa ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz ve hat xwendin.