‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’ 2022-09-17 14:36:38   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî biryara di dosyaya Kenan Bîlgîn de bi bîr xist ku di bin çavan de hatibû windakirin û wiha got: “Kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine bi biryarên demborînê bêguneh derdixînin û ev jî nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye.”    Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 912’an de çalakiya xwe li ser online kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta karkerê sosyalîst Kenan Bîlgîn hat pirsîn ku di 12’ê îlona 1994’an de hatibû binçavkirin û windakirin.    Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî serpêhatiya Kenan Bîlgîn vegot û ev tişt anî ziman: “Ev 28 sal in em dipirsin; Kenan Bîlgîn li ku ye? Meqamên darazê yên li Tirkiyeyê dosyayên windakiriyan paşguh dikin û bi pênaseyên weke demborînê re ev dosya tên girtin. Doza Mûsa Anter ku bi Doza JÎTEM û ya Aten Ozturk ve kiribûn yek dosya, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Dosya di 20’ê îlonê de ber demborînê dikeve û danişîna dozê taloqî 21’ê îlonê kirin. Di 5’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ya Enqereyê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin û li benda sekinîn da ku ber demborînê bikeve. Kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine, bi rêbaza demborînê beraet dikin û ev yek jî nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye.”    SERPÊHATIYA KENAN BlÎLGÎN   Bi domdarî Yolerî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku Tirkiye mehkûm kiribû û wiha domand: “Di dosyaya Kenan Bîlgîn de bi rêbaza demborînê nikarin di hiqûqa navxweyî de xwe bigihînin encamekê. Bîlgîn, di 12’ê îlona sala 1994’an de di 35 saliya xwe de li rawestgeha Dîkmen a Enqereyê hat binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Malbat, parêzer û ÎHD’ê hewl dan xwe bigihînin Bîlgîn lê belê emniyetê binçavkirina Bîlgîn înkar kir. Şahidekî diyar kir ku Bîlgîn li midûriyeta emniyetê hatiye îşkencekirin û ev yek bi raya giştî re parve kir.”    TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN   Di berdewamê de Yolerî da zanîn ku malbata Bîlgîn serî li Serdozgeriya Enqereyê da ye û wiha pê de çû: “Xwestin agahiyekî ji Bîlgîn bigirin. Serdozger Selahattîn Kemaloglû xwest li aqûbetê Bîlgîn hîn bibe lê hat astengkirin û sirgunê deverekê din kirin. Ozden Tonuk a piştî Kemaloglû hatiye peywirdarkirin jî neket nava hewldanan. Raporeke ji sê rûpelan a bi îdiayên derew amade kir û dosyaya Bîlgîn girt. Dosya li DMME’yê hat dîtin û daxwaza lêkolînê hat kirin. Di encamê de xuya bû ku Bîlgîn ji 12'yê îlona 1994'an heta 3'yê cotmeha 1994'an di destê emniyetê de bû lê qeyda fermî nehatiye girtin. Lewma jî Tirkiye hat mehkûmkirin.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ DAXWAZA EDALETÊ BIKIN’   Guleren Yolerî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê aqûbeta Kenan Bîlgîn bê zanîn. Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Bîlgîn û hemû windakiriyan daxwaza edaletê bikin û aqûbeta wan bipirsin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere. Ev bû 213 hefte ku Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê divê ji bîr nekin ku em dev ji Qada Galatasarayê bernadin.”