Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn 2022-09-17 16:36:46   STENBOL - Bi hinceta ku beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê bûne, derheqê 5 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriyê derheqê her 5 kesan de jî biryara neşopandinê da.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, her roj çalakiya Nobeta Edaletê li dar dixin. Derheqê 5 kesên beşdarî nobetê bûyîn de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê biencam bû. Malbatên girtiyan di 9’ê hezîrana 2022’yan de li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatibû lidarxistin. Bi sedema beşdarî çalakiyê bûne, derheqê ji xizmên girtiyan Cemîle Karakaş û Fînce Akman, Endama Meclisa Kal û Teqawidbûyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meryem Guneş, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartalê Aygul Sîncar Karataş û Gulbahar Karatş de bi îdiaya “Tev li civîn û meşa derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî ji ber xwe ve belav nebûne” lêpirsîn hate destpêkirin.    HÊMANÊN SÛC ÇÊNEBÛN   Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat birêvebirin û dozgeriyê ji bo sûcdariyên dihat kirin got “hêmanên sûc çênebûne” û biryara neşopandinê da. Dozgeriyê her wiha ev tişt anî ziman: “Hêzên ewlekariyê tenê dema li dijî wan êrişek pêk hat an jî li dijî cihê wan an jî kesan êrişek hat kirin dikarin bêyî fermanê bigirin zorê bi kar bînin. Anku raye ji hêzên ewlekariyê re nehatiye dayîn ku di her çalakiyên derqanûnî de zorê bi kar bînin.”