Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin 2022-09-17 16:42:20   DÎLOK - Abdûrrahman Elmas ê HDP’î bertek nîşanî qirkirina xwezayê da û got: “Em hemû kesên ji vê pergalê aciz bûne vedixwînin têkoşîna hevpar.”   Li Dîlokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî qirkirina xwezayê ya li Şirnexê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniya bû û daxuyanî li Parka Yeşîlsû hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrişa li ser xwezayê, êrişa li dijî mirovahiyê ye" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Rêveberê Rêxistina HDP’a Dîlokê Abdûrrahman Elmas destnîşan kir ku ji 2 salan zêdetir e li Şirnexê bi hinceta “ewlehiyê” dar tên qirkirin û anî ziman ku ev rewş nayê qebûlkirin.    BANGA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’   Elmas desnîşan kir ku bi îlankirina “herêmên ewle” re hemû zagon tune tên hesibandin û wiha domand: "Herêmên ewle ji rayedaran re bûye cihê ku çi bixwazin bikin. Li ser dîroka herêmê, pêşeroj û cudahiyên jiyanê re ziyanên ku nayên telafîkirin pêk tînin. Ev siyaseta talan û şer hevûdû xurt dike. Ji Îkîzdereyê heya Hopayê, ji Seldayê heya Mûnzûrê, ji Şêxan a Wanê heya Jêderkên Dêrsîmê, ji Cûdî heya Behra Marmarayê, ji Licê heya Çiyayên Kazan xweza pêşkeşî çendekî desthilat û aligirên wan tê kirin. Dê riya çareseriyê bi hatina cem hev a hemû kêsên ku qadên jiyana wan hatine tengkirin vebe. Em hemû kesên ji vê pergalê aciz dibin vedixwînin têkoşîna hevpar dikin.”    Daxûyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.