Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin 2022-09-17 16:51:28   ENQERE - Jina kurd Mahsa Amînî ya ji aliyê polîsên polîsên exlakê yên Îranê ve di bin çavan de hate qetilkirin bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hate veşartin. Polîsan êrişî kesên tev li merasîma cenaze bûn kir.    Jina Kurd a Rojhilatî Mahsa Amînî ya ji bo biçe serdana malbata xwe ya li Tehranê, ji ber qismekî porê wê dihate dîtin ji aliyê polîsên exlakê ve di bin çavan de hate derbkirin. Amînî ya ji ber derbên xwarî rakirin nexweşxaneyê di roja dermankirinê ya sêyemîn de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Amînî jinên îranî daketin kolanan. Di şermezarkirinên li kolanan berdewam dikin de dirûşmeyên “Bila bimre şerîat” , “Bila Humeynî bimire” , “Bila zalim bimirin” û “Bila dîktator bimire” hatin berzkirin. Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir.      BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ HATE VEŞARTIN   Cenazeyê Amînî ku anîn bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin veşartin. Cenazeyê Amînî ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate veşartin. Girseya ku kom bû di dema veşartina cenaze de dirûşme berzkirin û xwestin berpirsyarên cînayetê derkevin holê.    ÊRIŞÎ CENAZE KIRIN   Polîsên ku êrişî girseya li goristanê kom bûn kirin, kesên beşdarî merasîmê bûn ji goristanê derxistin. Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseya ku ber bi avahiya hikumetê ve meşiya, kirin. Hate hînbûn ku di êrişê de gelek kes birîndar bûne.    RÊXISTINA EFÛYÊ BANG KIR   Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ku qetilkirina Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve şermezar kir, bang kir ku şertên rê li ber mirinê vekirine û kuştina biguman bê lêkolînkirin.    DI DEMÊN DAWÎ DE ZEXT ZÊDE BÛN    Di demên dawî de zextên hikumet û saziyên ewlehiyê di mijara qanûna laçikan de zext zêde bûne. Li dijî van zextan jinan çalakiyên şermezarkirinê li dar xisitn. Piştî qetilkirina Amînî çalakiyên online dest pê kirin. Heta niha ji nava Îranê û derveyî bi ser 300 hezaran twît hatin avêtin û qetilkirina Amînî hate şermezarkirin.