Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye 2022-09-18 09:01:33   RIHA -  Ferît Şenyaşar têkildarî pirtûka bi navê "Adalet" a li ser çîroka Emîne Şenyaşarê got: "Pirtûk xulaseya malbata me û qîrîna me ye."    Emîne Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de li Rihayê di êrişa xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevserê wê û 2 kurên xwe hatin qetilkirin, li şûna şînê dest bi têkoşîna edaletê kir. Şenyaşar ku ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di 66 saliya xwe de tevî hemû astengiyên polîsan ên fîzîkî û şert û mercên hewayê û nexweşînên xwe jî her roj li ber edliyeyê doza edaletê dike.   Ji roja ku Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dest pê kiriye heya niha, bi hezaran kes û bi sedan rêxistinên demokratîk serdana nobetê kirine û tiştên hatine serê Emîne Şenyaşar jî bûne mijara gelek belgefîlm, helbest û stranan. Alî Orûç jî ku bi salan di girtîgehê de maye li ser têkoşîna Emîne Şenyaşar bi navê "Adalet"ê pirtûkek nivîsî. Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê digire û di dema nobetê de pirtûka "Adalet"ê dixwîne,  re pirtûka "Adaletê" nirxand.   ‘MIN CESARET NEKIR'   Şenyaşar diyar kir ku wî jî pir hewl dabû tiştên hatine serê wan wekî pirtûk binivîse, lê kiriye nekiriye cesaret nekiriye. Şenyaşar wiha got: “Me dizanîbû ku dê tiştên hatine serê me derbasî dîrokê bibin. Berê ez fikirîm ku ez pirtûkekê binivîsim, lê min kir ne kir min cesaret nekir. Dema nobeta me dewam dikir, Alî Oruç telefonî me kir û me hev nas kir. Got dixwaze vê zilmê wekî pirtûk binivîse û destûr ji me xwest. Ji ber ku ez jî fikirîbûm pirtûkekê binivîsim, ez wisa fikirîm ku ev yek dê barê me sivik bike. Em li ser mijarê axivîn. Li Pirsûsê li gundê dêya min hin lêkolîn kirin. Li Pirsûsê bi esnaf û cîranên nêzî kargehan re hevdîtin kir. Bi parêzerên me re axivî. Piştî ku têra xwe agahî berhev kirin, wekî pirtûk çap kir. Dema min pirtûk wergirt, min di derbekê de xwend."   ‘XULASEYA SERPÊHATIYA ME YE'   Bi domdarî Şenyaşar diyar kir ku dema pirtûkê xwendiye di kêliyên bûyerên 18'ê Hezîrana 2014'an de aliqiye û wiha got: “Min di her rêzê de tiştên hatine serê me cardin hîs kir. Car carinan min nikaribû pêşî li ber hêsirên xwe bigirim. Dê gelek xwendevan vê pêvajoyê bixwînin, belkî ji tiştên dixwînin bawer nekin û bibêjin sêwirandine, lê tiştên ku hatine nivîsandin hemû çêbûne. Ji ber ku wekî roman hatiye nivîsandin, li hin cihan nav guherî ne û dibe ku ev cih sêwirandin bin, lê nivîskar tiştek lê zêde nekiriye û jê dernexistiye. Pirtûk xulaseya malbata me û qîrîna me ye."    ‘BI MILYONAN KES LI PIŞTA ME NE'   Di berdewamê de Şenyaşar ku got, "Xwedîderketina li malbata Şenyaşar, xwedîderketina li edaletê ye", axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwedîderketina li têkoşîna me, xwedî derketina li mirovahiyê ye. Êrişî kargeha me kirin û li nexweşxaneyê jî komkujiyek pêk hat. Ev, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Lewma divê her kes xwedî li vê dozê derkeve. Ji lew re dibe ku ev bê serê her kesî jî. Li vê erdnîgariyê em nizanin dê sibê çi bê serê kê. Mirov ji bo piştevaniyê serdana me dikin. Dibe ku li ber avahiya edliyeyê em du kes bin, lê bi milyonan kes li pişta me ne. Ên ev komkujî pêk anî, parlementerek e û pişta xwe disipêre serokkomar. Li meclîsê xebatek jî nekiriye. Tenê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal xebatên serokkomar belav dike. Haya gel ji vê heye. Parlamenterên AKP'ê ji bo vê nikarin bên Rihayê jî. Ên tên jî gel ber edliyaya Rihayê nîşanî wan dide. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî bibe.”   MA / Emrûllah Acar