Baroya Şirnexê ji bo qirkirina daristanan cara duyemîn serlêdan kir 2022-09-18 11:03:33 ŞIRNEX - Baroya Şirnexê ji bo pêşîlêgirtina qirkirin daristanan a li bajar, cara duyemîn serî li Saziya Venihêrina Cemaweriyê da.    Qirkirina daristanan ku li herêma Bestayê û çiyayên Cûdî û Gabar di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin, ev 2 sal in bênavber didome. Bi hezaran dar ji hêla cerdevanan ve tên birîn û bi TIR’an dişînin bajarên din. Tevî bertekên xelkê bajar û raya giştî yên li dijî qirkirina daran jî, serlêdanên sazî û dezgehan bêbersiv tên hiştin. Baroya Şirnexê ji bo pêşîlêgirtina qirkirina daran, di 8’ê tebaxê de serî li Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) dabû. Ji ber ku bersiva serlêdanê nehatibû dayîn, Baroyê cara duyemîn serî lê da.    Di serlêdanê de Baro ji Midûriyeta Karûbarên Daristanan a Şirnexê gilîdar bû û Baroyê da zanîn ku di encama giliyên welatiyan ên ji bo wan hatin kirin de li herêmê lêkolîn kirine û tespît kirine ku ji sala 2021’an de birîna daran a li herêmê didome.    BERSIV NEDAN SERLÊDANÊ   Bi domdarî Baroyê di serlêdanê de diyar kir ku piştî serlêdanên xelkê bajar, Baroya Şirnexê û Komîsyona Hawirdor û Bajar li herêmê lêkolîn kirine û ev tişt hatin destnîşankirin: “Di encama lêkolînê de diyar bû ku ji sala 2021’an ve bi rêya îhaleyên bêusûl ên dayîn cerdevanan re li daristanên navenda bajar qirkirina daran hatiye kirin. Darên hatine birîn li kamyonan hatin barkirin, li ser Şirnexê û navçeya Cizîrê ber bi deverên cuda ve hatin veguhestin. Beriya niha saziya me bi hejmara 2022/9448-S.22.14530 û bi hejmara 2022/9590’an bo saziya pêwendîdar serlêdan kir û 30 roj dem hatibû dayîn. Hatibû gotin ku piştî xelasbûna demê, dikare dîsa serlêdan bê kirin. Di nava demê hatiye diyarkirin de heta niha tu bersiv ji serlêdana me re nehatine dayîn.”    SERLÊDANA DUYEMÎN   Bi domdarî hat bibîrxistin ku Baroyê di 8’ê tîrmehê de ji bo Midûriyeta Karên Daristanê ya Şirnexê de serlêdaneke cuda hatiye kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Vê saziya navborî jî di nava 30 rojan de tu bersiv nedan. Lewma jî me hewcehî pê dît ku dîsa serî li saziya we bidin. Tê dîtin ji daristana Şirnexê ya cotmeha 2021’an, di navbera sibat-îlonê anku di nava 7 mehan de ji sedî 8 jê kêm bûye. Ji îlona 2021’an heta 6’ê hezîrana 2022’yan ku me serlêdan kiribû, birîna daran bênavber domiyaye. Her tim li qadên cuda bi rêya îhaleyên bêusûl ev birîna daran domiyaye. Niha jî li 14 herêmên cuda yên Şirnexê dar tên birîn. Ji mehên hezîran û tîrmehê ve li herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê jî birîna daran dest pê kir.”    Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:   1- Bi mebesta tevdîrê ji ewil divê ji bo rawestandina birîna daran agahiyê bidin saziya têkildar.    2- Divê saziyên fermî, dezgehên taybet û komele bikarin li deverên dar lê tên birîn lêkolînan bikin, ewlehiya wan bê parastin û raporên pêwîst bên amadekirin.    3- Bila li deverên dar hatine birîn kar û barên rehabîlîtasyonê bên kirin û ji bo ku habîtata herêmê xera nebe jî saziyên têkildar bên agahdarkirin.”