Şêwirmendê Peker hat binçavkirin 2022-09-18 11:53:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê çapemeniyê yê rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, Emre Olur li Albanyayê hat binçavkirin û anîn Stenbolê.    Şêwirmendê çapemeniyê yê rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, Emre Olur li Paytexta Albanyayê Tîranê hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê jî Olur di saetên serê sibehê de anîn Stenbolê. Olur, niha li Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin û hat gotin ku dê bibin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cehdeya Vatanê.