Li Geverê wesayîtek gêr bû: Welatiyek mir yek jî birîndar bû 2022-09-18 18:14:24   COLEMÊRG - Li Geliyê Doskî yê herêma Girê Ramo yê navçeya Geverê, di encama wesayîta ku giya lê barkiribû, gêr bû, kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî Geliyê Doskî yê herêma Girê Ramo yê di navbera gundên Gulord û Serengêlê yên navçeya Gevera Colemêrgê de, wesayîteke ku giya lê barkiribû wergeriya û gêr bû. Hat hînbûn ku wesayîta Sefer Ozses (49) diajo di saetên serê sibê de ji bo giya barkirinê çûye herêmê, li wê derê giya barkiriye û bi rê ketiye, piştî rêketinê demekî kurt wesayît wergeriyaye, bin rê bûye û gêr bûye. Di qezayê de ajokarê bi navê Sefer Ozses jiyana xwe ji dest daye, kesê di wesayîtê de navê wî nehat hînbûn jî birîndar bûye. Li ser vê yekê welatiyên li herêmê agahî dan tîmên tenduristiyê û cendermeyan. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî mudaxileya ewil birîndar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Hate zanîn ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.