ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-19 09:00:00     * Midurê polîsan Erdogan Tetîk ê di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok dan, berovajiyê îfadeya xwe ya ewil got ku di destê Kûrkût de ne kêr, perend a cureyekî şûrê ye hebû.    * Parlamenterê HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, diyar kir ku wezaretê bi gotina “Em daristanê ciwan dikin” birîna daran a nêzî saleke li Herêma Çiyayê Gerzevel a girêdayî navçeya Hîzanê didome parast.    * Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, bal kişand ku ji bo hawira şer bi dawî bibe divê ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re rê bên vekirin û destnîşan kir ku ev daxwaza raya giştî ya demokratîk e.    * ŞanoWan xwe ji 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ku dê gelek komên şanoyê tev li bibin û di navbera 23-30’ê îlonê de bê lidarxistin re amade dike.    * Nivîskar Amed Tîgrîs tekildarî perwerdehiya bi zimanê kurdî anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê kurdî di destê kurdan de ye û got: “Divê li her tax û kolanê dezgehên kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi kurdî biaxivin.”   * Welatiyên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî meşa Cûdî bûn diyar kir ku divê herkes li pêşiya talana xwezayê bisekinin û gotin: "Destên xwe yên qirêj li ser xwezaya me bikêşin."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 560’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn de hatiye vekirin, dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Doza derbarê Hasîp Akbûlût ê li navçeya Bismilê Mûhterem Akbûlût qetil kir de hatiye vekirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * HDP, wê li navçeya Bûcaya Îzmîrê û navçeya Marmarîs a Mûglayê civînên gel li dar bixe. (17.00-19.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), dê têkildarî qetilkirina Masha Amînî ya ji aliyê hêzên pergala Îranê ve li Parka Xezalê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)