'Bidestxistina mafê perwerdehiya bi kurdî di destê kurdan de ye' 2022-09-19 09:07:07   AMED - Nivîskar Amed Tîgrîs tekildarî perwerdehiya bi zimanê kurdî anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê kurdî di destê kurdan de ye û got: “Divê li her tax û kolanê dezgehên kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi kurdî biaxivin.”   Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha polîtikayên pişaftinê li ser zimanê kurdî bê navber didomin. Bi salane zimanê kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bê par tê hiştin. Tevî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn jî di dibistanan de zimanê kurdî ji aliye dewletê ve tê qedexekirin. Saziyên ziman û dibistanên ku gelê kurd bi derfetên xwe ji bo pêşî li polîtikayên pişaftine bigire avakiri bûn jî ji aliye dewletê ve hatin girtin. Di van rojên dawî de bi vebûna dibîstanan re perwerdehiya zimanê kurdî carek din hat rojevê. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, saziyên ziman û gelê kurd derketin qadan û daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kirin.    Em jî weke ajans li ser rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya zimanê dayikê bi nivîskarê kurd û mamosteyê zimanê kurdî Amed Tigrîs re axivîn.   POLÎTÎKAYÊN YEK ZIMANÎ   Tigrîs, bi lêv kir ku Komara Tirkiyeyê li ser yek ziman û yek netewî avabûye û polîtikayên dewletê jî li ser vê yekê tên meşandin. Tîgrîs, destnîşan kir ku dewlet ji ber ku ji zimanê kurdî ditirse qedexe dike û wiha got: “Ji dibistanan heta zanîngehan jî bernameya perwerdehiyê li ser yek zimanî avakirine. Yanî dibêjin ku ji bilî tirkan tu neteweyekî din li vî welatî tune ye. Ji ber wê tirsê jî zimanê kurdî qedexe dikin. Kurd û kêmaniyên ku li vî welatî dijîn hem ji aliyê ziman û çandê hem ji aliyê dîrok û hejmarê, hem jî ji aliyê siyasî û potansiyel ve ne wek hev in. Kurd hem ji aliyê hejmarê  ve zêdene û hem jî aktîf in. Her çiqas ji avabûna Komara Tirkiyeyê serhildanên kurdan têk çûbin jî kurdan dev ji têkoşîna azadiya xwe bernedane. Ji ber wê jî nijadperest ditirsin. Tirsa wan ew e ku dema kurd mafê xwe yê perwerdehî û çandî bi dest bixin wê ji aliyê siyasî ve jî xurt bibin. Wê demê dewleta wan wê bikeve xetereyê. Ji ber ku ew qas ji zimanê kurdî ditirsin qedexe dikin. Dixwazin ji avabûna komarê ve komkujî û koçberiyên ku kirine bidomînin.”    ‘EDÎ TU KES JI GOTINÊN TUNEHESIBANDINÊ BAWER NAKE’   Di berdewama axaftina xwe de Tîgrîs bal kişand ser bandora tunehesibandina kurdî ya li ser mamoste û demokratên tirk û wiha pê dê çû: “Hem çepgirên wan hem burjuva hem dewlemend û xizanên wan di perwerdehiyeke nijadperest de derbas kirine ku ji bilî tirkan tu kes tune ye û kurd xetereyek pir mezin in.  Ji ber wê jî gelek metod bikaranîne. Hem di perwerdehiyê de hem li mizgeftê hem li leşkeriyê û hem jî di çapemeniye de ew tunehesibadina sed salan didome. Mamosteyên wan ên ku qaşo xwe weke pedagok, demokrat penase dikin jî dibêjin zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye. Ew gotin ne li gor zanîstê ye û hemû çîrok in. Edî tu kes ji wan gotinan bawer nake.”    ‘MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN GIRÊDAYÎ KURDAN E’   Tîgrîs, anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê kurdî girêdayî gelê kurd e û wiha domand: “Divê daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê kurdî du alî be. Divê hem gelê kurd bi xwe daxwaz bike hem jî di nav bernameyên demokratîk ên kurdan de xalek herî girîng jî perwerdehiya bi ziman be. Mafê perwerdehiya ziman girêdayî gelê kurd e. Divê tevgerên kurdan hemû di bernameyên xwe de ziman û çanda kurdan pêş bixin. Heke kurd di hemû çalakiyên xwe de bi awayekî xurt perwerdehiya bi zimanê kurdî bînin ziman, wê demê dewlet jî wê neçar bimîne ku gav biavêje.”   ‘JI BO KU ZIMAN BIJÎ DIVÊ EM DI MALA XWE DE BIAXIVIN’   Tîgrîs, bal kişand ser rapora UNESCO ya li ser zimanên ku di xetereyê de ne û tekildarî mijarê ev tişt gotin: “Heke yek kes jî bi zimanekî biaxive, ew ziman nemirî ye. Lê dema zimanekî tu kes neaxive, ew ziman mirî tê hesibandin. Li gorî UNESCO’yê gelek ziman di bin xetereyê de ne, yek ji wan zimanan jî zaravayê kurdî kirmançkî ye. UNESCO dibêje ku heke bi zaravayê kirmançkî perwerde neyê dayîn, ew jî dê di demekî nêz de bimire. Gelek kes bi zaravayê kirmançkî diaxivin, dinivîsin û kovarên wan hene. Lê di xeterê de ye. Ji bo ku ziman bijî divê em di mala xwe de biaxivin, xwedî lê derkevin. Ji ber perwerdehiya ziman li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê nehatiye dayîn bi dehan heta bi sedan ziman mirine. Her wiha Îngilîstanê, Avustralya dagir kir û zimanê wan jî mir, niha bi ingilîzî diaxivin.”    ‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ EM LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Di dawiya axaftina xwe de Tîgrîs, diyar kir ku otoasîmîlasyon di nav civakê de belav bûye û ji bo xwedî derketina li ziman ev bang li gel kir: “Divê berî her tiştî em bi xwe li ziman, çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Divê li her tax û kolanê dezgehên kurdan ên ji bo perwerdehiyê hebin. Em li malê û li derve bi tirkî diaxivin. Ew jî dibe sedema otoasîmîlasyonê. Ji bo em bikarin pêşi li vê otoasîmîlasyonê bigirin, divê em li mal, tax û kolanên xwe bi zimanê xwe biaxivin. Dema em tirkî diaxivin, ziman û mejiyê me jî dibe tirkî. Yanî dewletê bandorek wisa li ser gel kiriye ku gel xwe bi xwe asîmîle dike. Sedema otoasîmîlasyonê jî dêrûniya xwe biçûk dîtinê ye. Ew jî politikaya dewletê ye. Bi qedexekirinê nekarîn zimanê kurdî tune bikin, niha bi otoasîmîlasyonê dixwazin zimanê kurdî tune bikin.”    MA / Mahmût Altintaş