Welatiyên ku tev li meşa Cûdî bûn: Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin 2022-09-19 09:07:49   ŞIRNEX - Welatiyên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî meşa Cûdî bûn diyar kir ku divê herkes li pêşiya talana xwezayê bisekinin û gotin: "Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin."   Li heremên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar û Cilênimêjan birîna daran ku 2 sal in hatiye destpêkirin bênavber didome. Li dijî birîna daran bi pêşengtiya KCD’ê, TJA’yê, DBP’ê, HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Cudî ve meş hate lidar xistin. Tevî hemû astengiyan û êrişa leşker û polîsan jî welatiyên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tev li meşê bûn ber bi Cûdî ve meşiyan. Welatiyên ku ji derve hatin û tev li meşê bûn, têkildarî meşê axivîn.   ‘MA DARÊN ME JÎ TERORÎST IN’   Yakûp Atma (60) ku ji Enqereyê tev li meşê bû anî ziman ku li dijî daristanên kurdan dijminatî tê kirin û wiha got: "Em naxwazin ku mirovên me bên kuştin. Bila darên me ne birin. Bila ekolojiya me tune nekin. Ev daristan û hawirdor ne tenê yên kurdan e. Ev darên hemû kesê ne. Ew kesên ku dilê wan ji bo Marmara, Ege dişewite bila ji bo vir jî bişewite. Em hemû bira ne. Biratî li ba hev sekinandine. Em bi tu kesî re dijminatiyê nakin. Karê me bi dijminatiyê re tune ye. Em hatine vir ku bi şêwazeke demokratîk daxuyaniya xwe bidin. Em li vir bi kesekê re şer nakin. Me bi xwe re gule ne anîne, di destê me de çek tune ne. Me tiştek bi xwe re neanî ye. Em dibêjin destê xwe dirêjî daristanên me nekin. Em ji bo parastina daristanên xwe li virin. Ji xeynî vê tu armancên me tune ne. Ji me re dibêjin 'terorîst, xayin' lê ma darên me jî terorîst û xayînin? Bila bersiva vê pirsa me bidin. Em ne terorîst in û ne jî em dabeşkar in.Yê ku dijminatiyê dikin, şer dikin û me dikujin jî ew in."   'EV DAR NE TENÊ DARÊN ME NE'   Gurgîn Gun (65), ku ji bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê tev li meşê bûye bi lêv kir ku ji bo parastina xwezaya xwe ew ê heta dawiyê têbikoşin û got: "Li ser xwezaya me texrîbateke gelek mezin heye. Daristanên me hemû hatin birîn, jiyan li vir ne hiştin. Li vir kesek êdî nikare ne heywanekî xwedî bike û ne jî dikare li vir bisekine. Ev birîna daran zirareke gelek mezin dide xwezayê. Armanca me ya hatine vir ew e ku ji birîna daran re bibêjin na. Em dixwazin ku gel ji vê xwezayê sûd bigire. Banga me ji gelê me re ye ku ew jî tev li me bibin. Divê ku gelê Şirnexê jî xwedî li darên xwe derbikevin. Ev dar ne tenê yên me ne yên her kesê ne."    'AXA ME JEHRÎ DIKIN'   Necmettin Aydin (50), ku ji navçeya Xoresan a Erziromê tev li meşa Cûdî bibû jî anî ziman ku ji bo ku li dijî birîna daran a li heremê bertekên xwe bîne ziman di meşê de cihê xwe girt û ev tişt got: "Ji bo ku darên me dibirin, çiyayên me dikolin, avên me qirêj dikin, axa me jehrî dikin û xwezaya me talan dikin ez li vir im. Li vir dar tune ne. Dar bi temamî hatine birîn û komkujiyeke mezin hatiye kirin. Divê her kurdek li pêşiya vê komkujiyê bisekine."   'ÇI JI XWEZAYA ME DIXWAZIN?'   Hekîma Bayik (67), a ku ji Edeneyê hat û tev li meşê bû jî wiha got: "Em naxwazin ku gelê me destê xwe bide destê dijmin û xwezaya me tune bike. Dewlet çi bîne serê me em jî dibin şirîkê wê. Em dixwazin ku ew destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin. Çi ji xwezaya me dixwazin? Dar xwezaya me ne, dar dayika me ne. Roj wê bê em ê li ser xwezaya xwe azad bijin."