Îbrahîm Ayhan vegotin: Di rizgarkirina Kobanê de rola wî mezin e 2022-09-19 09:48:54   RIHA - Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan li sirgûnê jiyana xwe ji dest da. Ji hevalên Ayhan, Sitki Dehşet got ku di rizgarkirina Kobanê de rola Ayhan mezin bû û hevalê wî Ramazan Firat jî da zanîn ku di her kêliya jiyana xwe de têkoşiyaye.   Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku serdemekê di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Rihayê bûbû parlamenter, di 20’ê îlona sala 2018’an de li bajarê Hewlêr ê Herêma Federal a Kurdistanê bi krîza jiyana xwe ji dest da. Ayhan, di salên dibistana amadehî de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û heta dawiya emrê xwe jî di vê qadê de têkoşiya. Di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî Kobanê ku 134 rojan domiyan bûn jî Ayhan li ser sînor nobet girt û bi gel re di nava berxwedanê de bû.   Di 4’emîn salvegera wefata Îbrahîm Ayhan de hevalên wî Sitki Dehşet (49) û Ramazan Firat (56) kesayet, ked û têkoşîna Ayhan bi ajansa me re parve kirin.    ‘XWEDÎ SERKNEKÎ BIBIRYAR BÛ’   Sitki Dehşet da zanîn ku 30 sal berê li Wanê di dema zanîngehê de bi Ayhan re hevnas bû û wiha qala wan dema kir: “Mirina Ayhan, ji bo têkoşîna siyasî windahiyeke mezine. Mirovekî zana, xwedî îrade û kesayetekî wisa bû ku hêj salên dûvdirêj dikariya ked dabûya vê têkoşînê. Demekî gelek dirêj me bi hev re xebatên sendîkayî meşandin. Li her deverê jî mirovan guh didan gotinên wî. Mirovekî pozîtîf bû û di têkoşîna xwe de xwedî seknekî bibiryar bû. Me jî ev bibiryarbûna wî ji xwe re esas girt. Her tim pê serfiraz bûm ku bi kesekî mîna Ayhan re min hevaltî dikir.”     ‘WEKÎLTIYA WÎ HAT XESPKIRIN’   Bi domdarî Dehşet anî ziman ku Ayhan di hilbijartinên giştî yên sala 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kiriye û wiha domand: “Ji lîsteya ‘Namzetên hezar hêvî’ yên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû parlamenter lê parlamenteriya wî hat xespkirin. Li edliyeyê lîstokeke şer hat çêkirin û di wê navberê de dengên wî bo partiyeke din hatin hejmartin. Lê vê yekê ew bi tu awayî ji têkoşîna dûr nexist. Pişitre jî Ayhan têkoşîna xwe di qada siyasetê de berdewam kir. Ev yek ji bo kesên têkoşîna sendîkayî didan zehmet bû lê ji bo têkoşîna siyasî jî destkeftiyeke mezin bû. Di her qonaxê de têkoşîna xwe domand. Di sala 2011’an de ji BDP’ê bû namzetê parlamenteriyê û dema di girtîgehê de weke parlamenterê Rihayê hat hilbijartin. Min jî ji bo şêwirmendiyê dev ji pîşeya xwe ya mamostetiyê berda ku 15 sal bûn min dikir. Li gel ku Ayhan di girtîgehê de bû jî, bi pirsgirêkên Rihayê re gelek eleqedar bû. Tevî derfetên kêm jî ji bo gel a ku ji dest dihat kir.”   ‘JI HER GEŞEDANEKE LI KOBANÊ HAYDAR BÛ’   Di berdewamê de Dehşet bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya 20’ê îlona sala 2014’an a li dijî Kobanê û wiha pê de çû: “Îbrahîm Ayhan 134 rojan li ser sînor ma. Ji her geşedanên li Kobanê haydar bû. Pir li ser disekiniya. Heke Kobanê îro hatibe rizgarkirin, keda Îbrahîm jî gelek mezin e. Ez şahidê vê yekê me. Di konan de ma û bi gelek talûkeyan re rû bi rû ma. Ayhan, li bajarên herêmê gelek dihat hezkirin. Her wiha gelê Rojava gelek jê hez dikir. Bi her êşên li Kobanê re êşiya û bi her keyfxweşiyê re jî keyfxweş bû. Yek ji navendên berxwedana li ser sînor bû. Rastî gelek êrişan hat. Ji bo ku birîndaran veguhêzîne ya ku ji destê wî dihat kir. Carnan ajokarên ambûlansan digotin ‘em nikarin biçin’ lê wê demê ew bi xwe bi wan re diçû û birîndar di anîn.”    ‘ALA WÎ YA TÊKOŞÎNÊ DÊ HER LI BA BE’   Dehşet, bi domdarî got ku sedema mirina Ayhan, bêtehemûliya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî siyaseta demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Wê demê gelek parlamenter neçar man ku biçin derveyî welat. Yekemîn berpirsyarên mirina Ayhan, polîtîkayên desthilatdariyê ne. Ev polîtîkayên zextê di roja me de jî berdewam in. Divê bê zanîn ku ev çareserî nîne. Xeyala Ayhan, Tirkiyeyeke demokratîk û azad bû. Bi mirina wî ya zû re ala têkoşîna wî me dewr girt. Em jî dê tu carî nehêlin ew al bikeve erdê.”    ‘JIYANA WÎ TIM TÊKOŞÎN BÛ’   Ji hevalên Ayhan, Ramazan Firat jî da zanîn ku di salên 90’î de Ayhan nas kiriye û wiha qal kir: “Li Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê me gelek serdeman bi hev re peywir girt. Xwedî seknekî bibiryar bû. Her tim dixwend. Li Enqereyê em çûn cem pirtûkfiroşekî. Ji me re gotin; ‘ev demekî gelek dirêje em karê pirtûkan dikin lê bi rastî jî me tu xwînerên weke wekîl Ayhan nedîtine.’”    ‘EM Ê DI 20’Ê ÎLONÊ DE BIÇIN SERDANA GORA WÎ’    Firat, diyar kir ku her sala hezkiriyên Ayhan wî li Goristana Nato ya li Sêweregê ser gora wî bi bîr tînin û wiha qedand: “Em ê îsal di 20’ê îlonê saet di 11.00’an de li heman cihî bi bîr bînin. Yên ku bûne sedema mirina Îbrahîm Ayhan, desthilatdariya ku bi awayekî derhiqûqî ceza dayî ye.”    ÎBRAHÎM AYHAN   Îbrahîm Ayhan di sala 1968’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Di sala 1994’an de ji Beşa Fakûlteya Zîraetê ya Zanîngeha 100. Yil a Wanê mezûn bû. Di sala 1997’an de li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Ji ber xebatên sendîkayê sirgûnî Kastamonuyê hat kirin û di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kir û di nava lîsteya “Namzetên hezar hêvî” yên DTP’ê de bû namzet.    Heta 1’ê cotmeha sala 2010’an serokatiya DTP û BDP’a Rihayê kir û di 1’ê cotmeha 2010’an de di çarçoveya operasyona KCK’ê de hat girtin û li Girtîgeha Rihayê ma. Ayhan, bavê 2 zarokan e û di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de weke namzetê serbixwe yê BDP’ê di girtîgehê de kete hilbijartinê û bû parlamenterê Rihayê. Di 3’yê çileya sala 2014’an de hate berdan. Ayhan, di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê hezîrana sala 2015’an û ya 1’ê mijdara 2015’an de weke parlamenterê HDP’ê yê Rihayê hat hilbijartin.     Bi hinceta ku wêneyê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin û 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê salek û 3 meh cezayê hefsê da Ayhan. Piştî ku cezayê wî teqez bûyî jî di 27’ê sibata 2018’an de parlamenteriya wî hat xistin. Li ser vê yekê Ayhan çû Hewlêrê sirgûnê. Dema li Hewlêrê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û li Sêweregê ji hêla dehhezaran ve hat oxirkirin.    MA / Emrûllah Acar